Rêveberiya Xweser li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê mazot li xelkê belav kir

03-11-2023
RÛDAW
Rêveberiya Xweser li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê mazot li xelkê belav kir
Rêveberiya Xweser li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê mazot li xelkê belav kir
Nîşan Rêveberiya Xweser Mazot Şêx Meqsûd Eşrefiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser, bi hatina demsala zivistanê, 100 lître mazot li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdnişîn li ser her malbatekê dabeş kir.

Komîteya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser, bi hatina zivistanê û ji ber dorpêça hêzên hikûmetê ku mazotê kêm bûye mazot li xelkê belav kir.

Rêveberiya Xweser li navçeyên Kurdî yên li bakurê Helebê û li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê 100 lître mazot li her malbatekê belav kir ku lîtreke wê bi 550 lîreyên Sûriyeyê ye.

Hikûmeta Sûriyeyê nêzîkî 2 salan e, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li bajarê Helebê dorpêç kiriye.

Di encama dorpêçê de pêdiviyên rojane yên wek ard, derman û sotemenî kêm derbasî wan taxan dibin, ev jî bûye sedem ku bazara reş û qaçaxî germ bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst