Sûriye çekên giran dişînê Siwêdayê!

02-05-2024
Nîşan Sûriye Çekên Giran Siwêda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyeyê gelek hêzan û çekên giran dişîne parêzgeha Siwêdayê.

Li gorî ajansên cihî, hikûmet ji sê rojan ve gelek hêzên leşkerî û gelek çêkên giran dişîne Siwêdayê.

Li gorî agahiyan, ew hêz bi tank û topên giran li balafirgehên leşkerî û navendên îstixbarata Sûriyêyê tên bicihkirin.

Li Siwêdayê ji Tebaxa 2023yan ve li dijî Hikûmeta Sûriyeyê xwepêşandan tên kirin.

Şandina çekan giran tirs xistiye dilê şêniyên Siwêdayê.

Siwêda li başûrê Sûriyeyê û li ser sînorê Urdinê ye, piraniya şêniyên wê Dirûz/Durzî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst