HSD: Tebqa hate kontrolkirin

01-05-2017
RÛDAW
Nîşan Tebqa HSD DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, ku tevahiya bajarê Tebqa ya Sûriyê ji destê DAIŞê hatiye derxistin.


HSDê ragihand, ku bajarê Tebqayê bi temamî ji aliyê hêzên wan ve hatiye rizgarkirin. Medyaya nêzîkê HSDê da zanîn, ku di du rojên dawî de 9 tax ji aliyê şervanan ve hatine kontrolkirin.

 

Fermandarekî HSDê yê bi navê Ebdulqadir Hêvîdilî jî got, ku ji sedî 90 bajarê Tebqayê hatiye rizgarkirin.

 

Hêvîdilî da  zanîn, ku di şer de 75 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, hejmarek tang û otomobîlên zirxî ketine destê şervanan de

 

Tebqa piştî avakirina Bendava Feratê hatiye damezrandin. 55 kîlometreyan rojavayê bajarê Reqayê ye û 150 kîlometre ji Helebê dûr e.

 

Roja 4ê Sibata 2017ê şervanên HSDê sêyemîn qonaxa Operasyona Hêrsa Feratê ragihandibûn. Armanca vê operasyonê dorpêçkirina Reqayê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst