Ji %2 kêmtir budceya Iraqê ji bo çandiniyê hatiye terxankirin

28-04-2023
RÛDAW
Ji %2 kêmtir budceya Iraqê ji bo çandiniyê hatiye terxankirin
Ji %2 kêmtir budceya Iraqê ji bo çandiniyê hatiye terxankirin
Nîşan Budce Iraq Çandinî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Guherîna keşûhewa û kêm baraniya salên borî, bûye sedema kêmbûna avê li Iraqê, vê yekê jî bandoreke zêde li sektora çotkariyê kiriye û berhem kêm bûye. Hêviya cotkaran ji projeyasaya budceya giştî hebû, ku pirsgiran çareser bike, lê ji koma  199 trilyon dînar  budceya giştî ya Iraqê, 1 trilyon dînar bo Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê û 1 trilyon jî bo Wezareta Çandiniyê  hatiye diyar kirin.

Ev jî tê wê wateyê ku  Kêmtir %2ê ê budcê, bo avdêrî û çandiniyê hatiye terxan kirin. Di demekê de li Iraqê 25 milyon donim zevi hene ku dikarin bên çandin, lê ji ber hişkesaliyê û guherîna keşûhewayê zêdeyî %15ê wê axê bûye çol.

Zêdeyî du salan e ku kêmbûna avê bûye sedema kêmbûna berhemên çandinîyê û ev jî pirsgirêkên serekî yên Iraqiyan e. Rûberê zeviyên hatine çandin li gor yên berê nêvî nêvî kêm bûne.

Hêviya cotkaran ji projeyasaya budceya giştî hebû ku pirsgirêkan çareser bike lê hejmara bo sektora çandiniyê û avdêriyê wan dilxweş nekiriye.

Ji zêdeyî 199 trilyon dînarê pereyên budceya giştî a Iraqê, 1 trilyon û 196 milyar û 16 milyon û 278 hezar dînar bo Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê û 1 trilyon û 713 milyar û 954 milyon û 127 hezar dînar jî bo Wezareta Çandiniyê hatiye diyar kirin.

Ji budceya her du wezaretan zêdeyî 456 milyar dînar bo mûçe ye û budceya her du wezaretan bi hevre dike nêzîkî %2ê budceya giştî ya Iraqê.

Li Iraqê 25 milyon donim zevi hene ku dikarin bên çandin lê ji ber hişkesaliyê û guherîna keşûhewayê zêdeyî %15ê wê axê bûye çol.

Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Cemal Koçer Endamê anî ziman, “Sê wezaret hene ku divê gelek girîngî bê dayîn, Wezareta Pîşesaziyê, Wezareta Çandiniyê û Wezareta Çavkaniyên Avê û dê bare hikûmetê jî girantir bibe lê ew diçin girîngiyê didin tiştên leşkerî ku em ne di şer de ne.”

Projeyasaya budceya giştî a Iraqê niha li lijneya darayî ye ku pêşniyar tên komkirin û bo dengdanê tê amade kirin.

Endamê Lijneya Çandiniyê yê Parlamentoya Iraqê Saîr Cibûrî got, “Me pêşniyar kiriye budceya wezareta kiştûkalî û çavkaniyên avê bê zêde kirin. Giringî zêdetir bi budceya projeyên avdêriyê bê dayîn. Ji bilî zêdekirina mûçexûr, budceya projeyan bê zêdekirin.”

Endamê Lijneya Kiştûkalî a Parlamentoya Iraqê Saîr Cibûrî bo Rûdawê ragihand ku wek lijneyê pêşniyar kirine budceya her du wezaretên kiştûkalî û çavkaniyên avê bê zêdekirin û girîngî zêdetir bi budceya projeyên avê bê dayîn ku çavkaniyeke sereke ya kiştûkaliyê ye. Dibêje ji xeynê zêdekirina mûçeyên mûçexoran pêwîste budceya projeyên her du wezaretan bê zêdekirin ku bêkariya veşartî zêde dike.

Biryar e Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê beriya ku dengdan li ser reşnivîsa budceyê bê kirin wezaretên peywendîdar vexwînin da ku têbînî û pişka wan gotûbêj bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst