Berpirsekî DAIŞê hat kuştin

28-03-2024
RÛDAW
Nîşan DAIŞ Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Odeya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê ragihand, berpirsê veguhastina çek û teqemeniyên DAIŞê li ser sînorê Îraq û Sûriyeyê hat kuştin.

Odeya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku di operasyonekê de serkirdeyekî DAIŞê yê bi navê Semîr Şerîf Nemirawî hat kuştin.

Odeya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê diyar kir ku ew li ser sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê di operasyonekê de hat kuştin.

Odeya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê herwiha da zanîn ku ew berpirsê veguhastina çek û teqemenî û mûhîmatên DAIŞê bû.

Di beşeke din a daxuyaniyê jî de amaje bi wê yekê jî hat kirin ku ew operasyon piştî bi destxistina zanyariyên îstîxbaratî û bi hevahengiya li gel Fermandariya Hêzên Giştî yên Hevbeş hatiye pêkanîn.

Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku destê wî berpirsê DAIŞê di kuştina çend hemwelatiyên Îraqê jî de hebû û yek ji berpirsekî mezin ê DAIŞê bû li parêzgeha Enbarê.

Odeya Ragihandinê Ewlehiyê ya Îraqê wêneyê wî berpirsê DAIŞê yê hatiye kuştin jî belav kir û tekez jî kir ku li dûv kuştina berpirsên din ê DAIŞê digerin.

Di heman demê de da zanîn ku dê operasyonên wan ên li dijî DAIŞê berdewam bikin.

Rêxistina DAIŞê Hezîrana 2014an êrişî navenda parêzgeha Mûsilê kir û ew herêm kontrol kir.

Di sala 2017an de li parêzgeha Neynewa û bajarên din ê Îraqê dawî li desthilata DAIŞê hat.

Tê gotin ku di wê heyama desthilata xwe de DAIŞê nêzîkî 20 hezar kesî kuştiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst