Beşa Kurdî ya Zanîngeha Bexdayê di bin metirsiya girtinê de ye

22-02-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Bexda Beşa Kurdî Zanîngeh Mamosta
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Temenê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Bexdayê nêzîkî 60 sal e lê şûna ku ev beş bê firehkirin, hew maye bi temamî bê girtin.

 

Beşa Kurdî ya Zanîngeha Bexdayê di sala 1959ê de hate vekirin. Di nav 58 salên derbasbûyî de bi hezaran xwendekar li vir fêrî zimanê kurdî bûn ji vê beşê derketin. Lê di 2 salên dawiyê de jiber sedemên cirbicur ên weke nebûna mamostayan û wernegirtina xwendekaran, kêm maye ev beş bê girtin.  

 

Niha tenê di qonaxa suyemîn û sêyemîn a Beşa Kurdî de xwendekar dixwînin. Serokê beşê jî daxwaza alîkariyê ji Herêma Kurdistanê dike.

 

Serokê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Bexdayê Dr. Îsmaîl Îbrahîm weke mamosta bi tenê meye û dema malnişînbûna wî jî kêm maye. Lê ew naxwaze malnişîn bibe û ev beş bê girtin.

 

Di vê mijarê de Serokê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Bexdayê Dr. Îsmaîl Îbrahîm ji Rûdawê re got; “Eger Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê naxwaze ev beş bê girtin, divê mamosta û pisporên zimanê kurdî bişîne. Lê eger rewş wiha berdewam bike em êdî nikarin xwendekaran werbigrin. Piştî, ku ev herdu qonaxên xwendinê xwendina xwe bidawî bikin, piştî du salên din dê xwendina bi kurdî li Bexdayê nemîne.”

 

Xwendekarên Beşa Kurdî bi tiliyên dest tên hejmartin. Piraniya wan jî kurdên feylî ne. ew kêfxweş in ku li vir fêrê zimanê dayikê dibin. Herwiha daxwaziya wan ew e, cihên betal ên li holên xwendinê bên dagirtin da ku zimanê dayikê bê parastin.

 

Xwendekara bi navê Zînê Ebdulkerîm jî dibêje; “Em li male jî bi kurdî diaxivin. Lê bi xwendinê ziman dewlemend dibe. Hêvîdar im ev beş neyê girtin.”

 

Derbarê vê mijarê de Endama Komîsyona Xwendina Bilind a Parlamentoya Iraqê Bêrîvan Xeylanî jî diyar kir, ku pirsgirêka Beşa Kurdî Zanîngeha Bexdayê ne siyasî ye û pirsgirêk nebûna mamostayan e.

 

Xeylanî ji Rûdawê re got; “Me daxwaz ji Civata Nûneran kiriye, ku mamosta ji bo vê beşê bên tayînkirin. Me ji Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê jî daxwaza mamostayan kiriye. Weke mînak Konsolxaneya Rûsyayê giringî dide beşa zimanê rûsî. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî giringî bide vê mijarê.”

 

Di nav beşa ziman a Zanîngeha Bexdayê de tenê Beşa Kurdî hatiye piştguhxistin. Konsolxaneyên welatên biyanî ji bo xwendina zimanên wan, koleja beşa zimanê xwe nûjen dikin. Herwiha ji bo xwendekarên beşên xwe xilas kirine jî kart ê peydakirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst