Mihemed Şiya Sûdanî: Ez dê di demeke nêz de hikûmeteke bihêz ava bikim

13-10-2022
RÛDAW
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mihemed Şiya Sûdanî ku ji bo avakirina hikûmeta nû ji aliyê Serokkomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd ve hate erkdarkirin, di hesabê xwe yê Twitterê de spasiya parlamenterên Îraqî kir ku bawerî dane wî ji bo avakirina hikûmetê û soz da ku di demek nêzîk de kabîneya xwe ava bike û "hikûmeteke bihêz" pêk bîne.

Mihemed Şiya Sûdanî ku ji bo avakirina hikûmeta nû ji aliyê Serokkomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd ve hate erkdarkirin îro Pêncşemê 13ê Cotmeha 2022an di tweetekê de spasiya parlamenteran kir û çend soz jî dan û got, “Şikur ji Xwedê re, spas ji nûnerên gel re; yên ku pêbawerî dan min ji bo avakirina hikûmetê; ez soz didim Iraqiyan ku bi baweriya wan bicih bînim û di demeke nêzîk de kabîneya hikûmetê pêşkêş bikin.”

Mihemed Şiya Sûdanî, berbijêrê fraksiyona herî mezin a Parlamentoya Iraqê ku îro ji aliyê Serokkomarê hilbijartî yê Iraqê Letîf Reşîd ve ji bo pêkanîna hikûmeta nû hatiye erkdarkirin anî ziman, “Ez soz didim hikûmeteke bihêz ku bikare welat ava bike û xizmeta welatiyan û ewlehiyê bike, aramiyê biparêze ava bikim, her wiha peywendiyên navneteweyî yên hevseng jî ava bikim.”

Zêdetirî 12 mehan piştî hilbijartinên 10ê Cotmeha 2021an, Parlamentoya Iraqê îro Pêncşemê Letîf Reşîd wek serokomar hilbijart û Mihemed Şiya Sûdanî ji bo avakirina hikûmetê di demjimêra yekem a piştî sondxwarinê de erkdar kir.

Mihemed Şiya Sûdanî di 25ê Tîrmeha 2022an de ji aliyê Çarçoveya Hevahengiyê ve wek tekane berbijêrê serokwezîriyê hat destnîşankirin, ev yek bû sedema fikaran di nav Tevgera Sedr de ku nakokiyên wan ên bi Çarçoveya Hevahengiyê re nêzîkî salekê rê li ber avakirina hikûmetê girtibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst