Bajarê Hezer ê 2200 salî hat nûjenkirin

08-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Neynewayê, bajarê dîrokê yê Hezer hat nûjenkirin, û ev jî bûye cihê dilxweşiya xelkê. Rêveberê Pişkînerê Şûnwarên Mûsilê dibêje, ligel çakkirin û nûjenkirina çend peyker, parçe û dîwaran, hejmarek ji peykeran hatine vegerandin bo cihên xwe.”

Hezer di dîroka kevn de, cihekî stratejîk bû, li parzemîna Asya, rêya bazirganiyê bû ku bi Rêya Hermûşê dihat naskirin.

Bi helkefta nûjenkirina vê navçeya şûnwarî ku dîroka wê vedigere berî dused salan pêş zayînê, nimayişeke dîlanê hatiye sazkirin. Xelk û berpirs li vê navçeya şûnwarî civiyane û kêfxweşiya wan diyar e.

Xeyredîn Ehmed, Rêveberê Pişkînerê Şûnwarên Mûsilê dibêje, “Îro ahengek hatiye sazkirin, bi helkefta bidawîbûna qonaxa yekem a karên nûjenkirina navçeya şûnwarî ya Hezer. Nûjenkirinê cihê kargêriyê li xwe girtiye, ligel çakirin û nûjenkirina çend peyker, parçe û dîwaran, hejmarek ji peykeran hatine vegerandin bo cihên xwe.”

Ev nivîsa li ser vî dîwarî, şahid e ku ev navçe ketiye jêr destê DAIŞê, berî heft salan wê rêxistina tundrew ev navçe têk da û peristgehên wê wêran kirin û peykerên wê şikandin.

Proff. Masîmo Vîdal, pispor di şûnwaran de li Zanîngeha Padova got, “Ev cih gelekî westiya bû, tijî zibil û paşmayan bû, lewma me ev cih ji tevî pak kiriye, diviyabû em vê derê ji wê pîsî û gemarê pak bikin, herwiha me peristgeh pak kirine, piştre me dest bi karê endaziya avahîsazî û karkirinê li ser peykeran kir, me parçeyên girîng kom kirine, ku ji aliyê terorîstan ve hatibûne bêserûberkirin.”

Ev der cihê pevgihiştina herdu Împeratoriyên Roma û Îranê bû, rûbirûyî gelek şeran bûye, ji wan jî êrîşa Romayê, lê cihekî xurt bû û burcên çavdêriyê li ser dergehên sereke hebûn.

Mehmûd Ebdulla, Berpirsê Navçeya Şûnwarî ya Hezer diyar kir, “Ti parçeyekî me yê veguhestinê nîne ku pêkan be bê veguhestin, peyker li peristgehan hene ku dîwar û deriyên wan xemilandine. Ev tablo, bi rêya teqekirina li ser wan, hatine têkdan û şikandin ji aliyê Rêxistina DAIŞê ve, lê parçeyê me yê şûnwarî nîne ku ji aliyê Rêxistina DAIŞê ve hatibe birin.”

Hezer di dîroka kevn de cihekî stratejîk bûye li parzemîna Asyayê, rêya bazirganiyê bûye ku bi Rêya Hermûşê dihat naskirin.

Hezer, weke yek ji girîngtirîn paytextên biyanî tê nasandin, weke paytextên dîrokî yên Tedmur li Sûriyê û Petra li Urdin ku ji aliyê Rêxistina UNESCO ve weke şûnwar û kelepûrên cîhanî hatine nasandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst