Wezîrê Neftê yê Iraqê: Par bi bihaya zêdetirî 115 milyar dolaran neft hate hinardekirin

04-01-2023
RÛDAW
Nîşan Neft Wezîrê Neftê yê Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Neftê yê Iraqê eşkere kir di sala 2022an de bi bihaya zêdetirî 115 milyar dolaran neft hate hinardekirin. Rêjeya hinardekirina neftê ya sala 2022an zêdetirî milyarek û 209 milyon bermîlan bû.

Wezîrê Neftê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî roja Sêşemê 3ê Çileya 2023an bi daxuyaniyekê ragihand, li gorî amaran, di sala borî de bi bihaya zêdetirî 115 milyar dolar neft hatiye hinardekirin û birê neftê hinardekirî gihîşte milyarek û 209 milyon bermîlan. Rojane bi giştî 3 milyon û 320 hezar bermîl neft hatiye hinardekirin.

Wezîrê Neftê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî ku di heman demê de cîgirê serokwezîr ê karûbarên enerjiyê ye jî destnîşan kir, hinardekirina petrolê bi rêya kompanyayên pirneteweyî ku di nav wan de Çînî, Hindî, Tirkî, Koreyî, Yûnanî, Amerîkî, Brîtanî, Fransî, Rûsî, Îtalî, Spanî û Holandî bûye, tevî çend kompanyayên Erebî.

Iraqê di meha Berfanbara borî de 103 milyon û 281 hezar û 459 bermîl neft hinarde kiriye ku 2 milyon û 223 hezar û 338 hezar bermîlên wê ji bîrên neftê yên Kerkûkê hatine hinardekirin û bi rêya bendera Ceyhan a Tirkiyê hinarde kiriye.

Li gorî amaran di meha borî de bihayê her bermîlek neft 73,6 dolar bû û dahata wê jî 7,6 milyar dolar bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst