Wezareta Plandanînê ya Iraqê amarên nû yên hejar û bêkaran amade dike

01-05-2023
RÛDAW
Wezareta Plandanînê ya Iraqê amarên nû yên hejar û bêkaran amade dike
Wezareta Plandanînê ya Iraqê amarên nû yên hejar û bêkaran amade dike
Nîşan Wezareta Plandanînê ya Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Iraqê rêjeya hejariyê %22 ye li Herêma Kurdistanê jî asta herî zêde ya bêkariyê li parêzgeha Duhokê ye, Wezareta Plandanînê ya Iraqê dibêje ku niha rêjeya hejariyê %16 ye ew dê rûpêviyeke nû bikin bo zanîna hejmara nû her wiha di budceyê de pereyeke zêde ji bo nehîştina hejariyê û bêkariyê hatiye terxankirin.

Pora wî û riha wî spî bûye, westiyan bi rûyê vî ve xuya dike, Ebû Eye, 47 salî ye her roj ji serê sibehê heta ku roj ava dibe li vir rûdinê ku pariyeke nan box we û malbata xwe peyda bike.

Karker Ebû Eye anî ziman, “Ji serê sibehê ve heta niha ez li vir im, ez li bendê me heta keke bê û karkerkî bixwaze, keçeke min heye ez di xaniyeke zêdegavî ya li Navçeya Hebîbiye de dijîm, kirêya wê 700 hezar dînar e, her ji serê mehê ve xwediyê xanî tê û daxwaza kirê dike, rojekê tê nav malê û kelûpelên me davêje derve.”

Li gor pêşbîniyên wezareta plandanîna Iraqê, rêjeya hejariyê li iraqê bûye %22 ya hejmara şêniyan û bêkarî jî zêdeyî %16ê ye. Wezareta Plandanînê ya Iraqê dixwaze kar bike û amarên nû bidest bîne.

Berdevkê Wezareta Plandanînê Ebdulzehre Hindawî got, “Pêşbîniya me derbarî hejariyê. Em ê di demekê nêzîk de dest bi rûpêviya aborî û civakî ya malbatan bikin. Li gorî pêşbîniyên me rêjeya hejariyê kêm bûye, weke mînak rêjeta kesên nêzî hêla hejariyê ne kêm dibe, di salên 2007- 2009ê de ev rêje %7 bû, sala 2014ê bû %6 û salên 2017 û 2018ê bû %5.”

Niha amajeyên hene nîşan didin ku di van salên dawiyê de kêmtir bûye.

Hikûmetê plana pêşxistina welat danaye, weke piştevanîkirin kesên dahata wan kêm e, ji ber vê di projeyasya budceya sê salan de 650 milyar dînar bo mûçeya çavdêriya civakî danaye, hejmara kesên ku mûçeya çavdêriya civakî werdigrin zêde dibe û 150 milyar dînar bo wan vê mebestê hatiye zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst