Îranê bo Supaya Pasdaran bertek da YEyê: Li dijî qanûnê ye

31-10-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Yekîtiya Ewropayê Supaya Pasdarên Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê (YE) amadekariyan dike ku Supaya Pasdaran a Îranê têxin lîsteya "rêxistina terorê". Îranê jî li hember vê yekê bertek nîşan da û amaje bi wê yekê jî kir ku sepandina sizayan li ser dezgehên leşkerî yên fermî yên Îranê li dijî yasayê ye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî di civîna çapemeniyê ya ku li paytext Tehranê li dar xist de rojevê nirxand.

Kenanî li ser daxuyaniya Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ku tê de destnîşan kiribû Yekîtiya Ewropayê li ser wê yekê difikirin ku Supaya Pasdaran a Îranê têxin lîsteya "rêxistina terorê" wiha got “Supaya Pasdaran saziya leşkerî ya Îranê ya fermî ye, hewldanên bi vî rengî neqanûnî ne.”

Kenanî îdiayên ku dibêjin çekên ku Îranê firotiye Rûsyayê di şerê Ukraynayê de hatine bikaranîn nirxand û radgihand ku Îran ji bo şerê li gel Ukraynayê çekan naşîne ti aliyekî û Rûsya jî di nav de ye û baweriya wan bi çareseriya siyasî heye.

Kenanî diyar kir ku Amerîka (DYA) û Ewropa bi "dubarekirina polîtîkayên şaş ên berê" biryar werdigrin û dibêje “Rêbazên zorê dê xizmeta berjewendiyên Ewropayê nekin”.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê got ku wan şîret li Ewrûpayê kiriye ku di mijarên Îranê de "bi hest tevnegerin û berjewendiyên xwe bi yên Amerîkayê ve girênedin" û anî ziman ku ambargoya salên borî li ser Îranê hatiye sepandin, zirarê daye berjewendiyên Ewropayê.

Herwiha Nasir Kenanî got, ku ew di wê baweriyê de ne ku pirsgirêkên di navbera Îran û Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê de dikarin bên çareserkirin.

YE amadekariyan dike ku Supaya Pasdaran a Îranê bixe lîsteya "rêxistina terorê"

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock di daxuyanîya ku da de destnîşan kir Almanya û Yekîtiya Ewropa (YE) li ser wê yekê difikirin ku Supaya Pasdaran a Îranê têxin lîsteya "rêxistina terorê".

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock di daxuyaniyekê de ragihand ku Almanya û Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser wê yekê difikirin ku Supaya Pasdaran a Îranê têxin lîsteya "rêxistina terorê".

Hat diyarkirin ku Yekîtiya Ewropayê li ser binavkirina Supaya Pasdaran a Îranê wek rêxistina terorê lêkolînan dike.

Wezîrê Derve ya Almanyayê Baerbock di daxuyaniyekê de ragihand ku Almanya û YE li ser binavkirina Supaya Pasdaran a Îranê di nav rêxistina terorê de dinirxînin û got “Min hefteya borî eşkere kir ku em ê pakêtek din a cezayan bidin destpêkirin, û em dê lêkolîn bikin ka em çawa dikarin Supaya Pasdaran a Îranê di nav rêxistina terorê de binirxînin.”

Baerbock herwiha eşkere kir ku niha di navbera Îran û welatên rojava de derbarê mijara rêkeftina atomî de ti danûstendin nayên kirin.

Supaya Pasdaran a Îranê di 15ê Nîsana 2019an de di serdema Serokê Amerîkayê berê Donald Trump de ji aliyê Wezarete Derve ya Amerîkayê ve xistibûn lîsteya "rêxistinên terorê yên biyanî".

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst