Panorama: Îranê sala 2018ê çawan derbas kir?

30-12-2018
RÛDAW
Îran di 2018ê de rastî gelek astengiyan hat.
Îran di 2018ê de rastî gelek astengiyan hat.
Nîşan Îran Panorama Sala 2018 Amerîka Trump Sizayên aborî Kurd HDP PDKÎ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sala 2018ê bo hikûmet û raya giştî ya Îranê ne saleke asan bû. Di vê salê de ew welat di çendîn astengên siyasî û aborî re derbas bû û pirsgirêkên wê jî hê mane. Îran di rewşeke xirab a abori de bû û vê yekê bandoreke zêde li xelkê kir. Di Çileya 2018an de li bajarê Meşhed xwepêşandanê destpê kir û bilez li piraniya bajarên wî welatî belav bûn.


Gulana 2018ê, Donald Trum welatê xwe ji rêkeftina etomî ya sala 2015an vekişand û soz da dûbare dorpêçên aborî bixe ser Îranê, ku berê ji ber rêkeftinê hatibûn rawestandin. Temûza 2018an, Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî hişyarî da Amerîkayê û got: "Eger şer ligel Îranê bike, wê demê ew şer dibe dayîka şeran."

 

7ê Tebaxê, îdareya Trump pakêta yekem a cezayan li ser Îranê ferz kir. Ligel rewşa aloz a siyasî û aborî li nav Îranê, ligel vê jî wek beşek ji civînên Astanayê yên taybet bi dosyeya Sûriyê, Îranê 7ê Îlonê pêşwazî li Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir. Piştre bi armanca beşdarbûna civînên salane yên Neteweyên Yekbûyî, Rûhanî di meha Îlonê de gehişte New Yorkê.

 

Her di sala 2018an de, bûyerên êrîşan li nav Îranê û bordûmankirina derveyê sînorê xwe ji aliyê Îranê ve hebûn. Di encama êrîşeke çekdarî de bo ser baregahekî Supaya Pasdaran li bajarê Ehwaz, 24 kes hatin kuştin û zêdeyî 60 kesên din jî birîndar bûn. Di Îlona 2018an de, Supaya Pasdarên Îranê baregahên herdu Hizba Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK-Î) li Koyê bordûman kirin û Cotmehê jî 6 mûşek avêtin rojhilatê Çemê Firat ê Sûriyê.

 

Di Mijdarê de jî, Amerîkayê gera duyem û dawî ya cezayan li ser Îranê ferz kir û vêna jî raste rast bandor li bihayê diravên Îranî kir. Îran di serdema îdareya Trump de, li ber sêryaneke hişk e; yan herdu piyên xwe li derveyê sînorên xwe deyne û zar û zêçên Îranî birçî bihêle, yan xewna xwe ya herêmî li gor cilika di bin lingê xwe de sînor dar dike û yan jî heta bidawîbûna îdareya Trump li ber xwe dide û bêhna xwe fireh dike.

 

Îran; Girîngtirîn Bûyerên Sala 2018ê

 

1/2018

Xwepêşandanê li Meşhedê destpê kir

Li piraniya bajarên Îranê belav bû

 

5/2018

 

Trump: "Amerîka ji rêkeftina etomî derdikeve"

Trump: "Cezayên blokkirî yên ser Îranê aktîv dikim"

 

7/2018

 

Rûhanî: "Eger Amerîka şer ligel me bike, ew şer dibe dayîka şeran"

 

7/8/2018

 

Îdareya Trump gera yekem a cezayên aborî li ser Îranê ferz kir

 

7/9/2018

 

Tehran

Birêveçûna Lûtkeya taybet bi Sûriyê

Rûhanî, Putin û Erdogan

 

9/2018

 

New York

Rûhanî beşdarî civînên Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bû

 

22/9/2018

 

Ehwaz

Supaya Pasdaran ket ber êrîşeke çekdarî

24 Kuştî

Zêdeyî 60 birîndar

 

8/9/2018

 

Supaya Pasdaran baregahên HDK û PDK-Î yên Koyê bordûman kirin

 

1/10/2018

 

Îranê 6 mûşek avêtin rojhilatê Sûriyê

 

11/2018

 

Amerîkayê gera duyem û dawî ya cezayan li ser Îranê ferz kir

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst