Li Îranê 2 girtiyên siyasî yên Kurd piştî nêzîkî 30 salan hatin berdan

22-11-2019
RÛDAW
Nîşan Îran Kurd Osman Mistefapûr Mihemed Nezerî PDKÎ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Her du girtiyên siyasî yên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê, Osman Mistefapûr û Mihemed Nezerî roja Pêncşemê piştî nêzîkî 30 salan zîndanîkirinê ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatin azadkirin.

Azadkirina wan herdu girtiyên siyasî yên Kurd di çarçoveya lêborîna giştî ya Rêberê Îranê de bûye, ku biryara lêborînê ji bo 3,552 zîndaniyan da.

Ajansa Tasnim News a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ragihandiye, di çarçoveya lêborîna giştî ya zîndaniyan de, Rêberê Bilind ê Îranê biryara efûkirin û azadkirina hejmarek “zîndaniyên emnî” daye.

Tasnimê ragihandiye, ew cara yekem e ku di çarçoveya lêborîna giştî ya zîndaniyan de, “zîndaniyên emnî” li Îranê têne efûkirin.

Osman Mistefapûr xelkê Pîranşarê 28 salan û Mihemed Nezerî xelkê Şahîndêjê jî 25 salan di zîndanên Komara Îslamiya Îranê de bûn.

Mistefapûr û Nezerî bi tohmeta pêşmergetî û endametiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) hatibûne girtin û li zîndana navendî ya Urmiyê girtî bûn.

Herdu girtiyên siyasî yên Kurd her ji destpêka dema ku li zîndanê bûn û heta dema berdanê, tenê carekê jî rê bi wan nehatibû dan ku hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin, an jî beşdarî di merasimên sine yên xizm û kesûkarên xwe de bikin.

Osman Mistefapûr ku niha 53 salî ye, di sala 1991an de piştî pevçûneke çekdarî di navbera pêşmergeyên PDKÎ û hêzên Supaya Pasdaran de li navçeya Tirgever a Urmiyê, êxsîr hatibû girtin.

Her di heman salê de, dadgeha şoreşê ya Îranê biryara bidarvekirinê bi ser Mistefapûr de sepand lê belê biryar nehat cîbicîkirin û di sala 2000 de cezayê bidarvekirina wî hilweşiya û bo 10 sal zîndanîkirinê hat kêmkirin.

Lê belê piştre Liqa 1 a Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê bi tohmeta endametiya wî di PDKÎyê de, cezayê 25 sal girtîgehê bi ser de sepand û bi wî awayî cezayê wî yê zîndanîkirinî bi giştî bû 35 sal.

Mihemed Nezerî jî ku niha 48 salî ye, sala 1994 di temenê 23 saliyê de bi tohmeta endametiya PDKÎyê hat girtin û cezayê bidarvekirinê bi ser wî de hat sepandin. Lê belê paşê ew biryar hat hilweşandin û cezayê wî bo zîndanîkirina heta hetayî hat kêmkirin.

Azadkirina wan herdu girtiyên siyasî yên Kurd ji aliyê hikûmeta Îranê ve di demekê de ye, ku ji roja Înê ya bihorî ve ji ber biryara hikûmetê ya ji bo girankirina buhayê benzînê, xwepêşandan li seranserê Îranê birêve çûn, ku alozî di wan xwepêşandanan de çêbûn û hejmarek kes jî bi teqeya hêzên hikûmetê hatine kuştin.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî, Amnesty International ragihandiye, li gor zanyariyên ku gihîştine destê wan, tenê li 21 bajarên Îranê herî kêm 106 xwepêşander hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst