Îranê kesek bi tometa aşkerekirina cihê Qasim Sulêymanî îdam kir

20-07-2020
RÛDAW
Nîşan Îran Qasim Sulêymanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Îranê bi hinceta agahiyên eşkerekirina cihê fermandarê berê yê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê, Qasim Sulêymanî û sixorî kiriye, kesek bi navê Seyid Mehmûd Mûsewî Mecîd îdam kir.

Medyaya Îranê ragihand ku Îranê bi sedema agahiyên eşkerekirina cihê  General Qasim Sulêymanî ku ji aliyê Amerîkayê ve hate kuştin, parve kiriye û ji bo MOSSAD a servîsa îstixbarata Îsraîlê û Saziya Îstixbaratê ya Amerîkayê (CIA) sîxurî kiriye, Qasim Sulêymanî îdam kir.

Berdevkê Desthilata Dadweriyê Xulamhisên Îsmaîlî 9ê Hezîranê di konferanseke rojnamevanî de ragihandibû, ku “di wan demên dawiyê de Seyid Mehmûd Mûsewî Mecd kurê Seyid Kazim, bi tometa eşkerekirina cihê man û rêyên hatin û çûna General Qasim Sulêymanî û hejmarek fermandarên din ên Îranê hat girtin û bi biryara Dadgeha Şoreşa Îslamî, cezayê darvekirinê bi ser de hat sepandin.

Berdevkê Desthilata Dadweriya Îranê herwiha diyar kiribû, wî kesî hem peywendî li gel saziya îstixbarata Îsrîalê MOSAD û hem saziya îstixbarata Amerîkayê CIA hebûye û li hember wergirtina dolar, zanyarî li ser beşên cuda yên ewlehiyê yên Îranê kom kirine û dane wan saziyên îstixbaratî yên biyanî.

Fermandarê berê yê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê roja 3ê Adara îsal di êrîşeke Amerîkayê de li nêzîk Balafirxaneya Navdewletiya Bexdayê hatibû kuştin. Di heman êrîşê de Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Muhendîs tevî hejmarek kesên din jî hatibûn kuştin.

Li hember wê yekê Îranê di 8ê Adarê de binkeyên serbazî yên Amerîkayê yên li Enbar û Hewlêr bi mûşekên balistîk kiribû armanc, ku di encama êrîşê de ti zirarên canê çênebûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst