Werzişvana Îranî ya ku bê hicab beşdarî pêşbirkekê bibû vegeriya Îranê

19-10-2022
RÛDAW
Werzişvana Îranî ya ku bê hicab beşdarî pêşbirkekê bibû vegeriya Îranê
Werzişvana Îranî ya ku bê hicab beşdarî pêşbirkekê bibû vegeriya Îranê
Nîşan Êlnaz Rekabî Îran Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi destpêkirina xwepêşandan û nerazîbûnên seranserî Îranê, li  Seul a paytexta Koreya Başur jî , serketina ji latan ya birêve diçû û bi nûneratiya Îranê jî keçeke bi navê Êlnaz Rekabî tê de beşdar bû ku ji bo demekê ti agahî jê nehatibû girtin lê ew vegeriya Îranê.

Derketina Êlnaz Rekabî bê hicab di serketina ji latan de karvedanên zêde bi dû xwe anîn.

Êlnaz Rekabî, ew keça werzişvana Îranî ya ku bê desmal û bê tirs li Koreya Başûr beşdarî palewaniyeke cîhanî bûyî şeva derbasbûyî li jêr çavdêriya rêxistinên mirovî û tirsa desteserkirinê, di heman demê de pêşwaziyeke germa keç û jinan, vegeriya Tehranê.

Dema ku gihişt, ji medyaya welatê xwe re got, desmal nedana serê xwe “Ti mebesteke xwe tune bû.”

Dihat gotin ku Êlnaz Rekabî 48 demjimêr in winda ye û dibêjin eger nehatibe desteserkirin wê heta niha diyar bûba?

Werzişvana Îranî Êlnaz Rekabî got, “Na, tiştek wisa çênebûye, em li gorî bername û planê gihîştin. Heta vê kêliyê her tişt li gorî planê dimeşe.”

Çavdêrên navdewletî di derbarê çarenivîsa Îlnaz Rîkabî de nîgeran in, ditirsin ji ber di hevdîtina xwe ya televizyonî ya herî dawî de bê desmal bûye bê cezakirin.

Rêveberê Mafê Mirovan ê Îranê Mehmûd Emîrî anî ziman, “Bo dema 24 demjimêran pêwendiya wê li gel her kesî qut bû, şevê din li Instagrama xwe nivîsek belav kiriye ku em difikirin li jêr guvaşê de nivîsiye. Şevê din vegeriyaye û firokeyê ew li Tehranê daniye. Li derveyî firokexaneyê ji aliyê sedan kesî ve hatiye pêşwazî kirin û piştgirî dane karê wê. Em nizanin çarenivîsa wê dibe çi lê bê guman tişta ku wê kirî karekî mezin bû, ew wêrekiya nîşan dayî wê bandorê li gelek keçên Îranê û werzîşvanan bike. Em dilgiran in ku berpirsên Îranê wê bixin jêr guvaşê da ku derkeve televizyonê û daxwaza lêborînê û poşmanbûnê pê bidin gotin.”

Ew kara ku Êlnaz Rekabî kirî di demekê de ye ku ev pênc hefte ne xwepêşandan li Îranê tên lidarxistin. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê, heta niha 215 kes hatine kuştin, ji wan 27 zarok in, her wiha bi sedan kes jî hatine desteserkirin.

Xwepêşandanên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li ser desteserkirin û canjidestdana Jîna Emînî ya li Tehranê bi sedema ku pabendî hîcabê nebûye ku piştre malbata wê ragihand hatiye kuştin, xwepêşandan li seranserî Îranê û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin, welatên cîhanê jî bi daxuyanî û xwepêşandanan piştgiriyê didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst