Îranê sê beşdarên xwepêşandanên par îdam kirin

19-05-2023
RÛDAW
Nîşan Îran Îdam Bidarvekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha dadweriya Îranê ragihand, sê kesên ku par beşdarî xwepêşandanên li dijî hikûmetê bûbûn, îro danê sibê li bajarê Îsfehanê hatin bidarvekirin. Medyaya fermî ya Îranê jî ew her sê girtî bi “kuştina 3 endamên hêzên ewlehiyê” tohmetbar kiribû.

Rêveberiya Medyayî ya Dezhilata Dadê ya Komara Îslamiya Îranê, îro Înê 19ê Gulana 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, ku cezayê darvekirinê yê sê beşdarên xwepêşandanên par, Salih Mîrhaşimî, Mecîd Kazimî Şêxşebanî û Seîd Yaqûbî cîbicî kiriye.

Di daxuyaniya xwe de, Deshilata Dadê ya Îranê ew sê xwepêşander weke “terorîst” bi nav kirine û ragihandiye: “Destê wan di kuştina du endamên Besîcê yên bi navên Muhsin Hemîdî û Mihemed Kerîmî û efserekî hêzên emnî yê bi navê Îsmaîl Çiraxî de hebûye.”

Ew sê welatî 15ê Cotmeha sala bihorî di dema xwepêşandanên Îsfehanê de hatibûn desteserkirin û ji aliyê desthilata dadê ya Îranê ve bi tohmeta kuştina du endamên Besîcê yên ser bi Supaya Pasdaran ve û efserekî hêzên ewlekariyê hatibûn darizandin û cezayê îdamê li wan hatibû birrîn.

Beriya demekê medyayên femrî yên Îranê vîdyoya danpêdana wna her sê xwepêşanderan belav kiribûn, lê belê wan kesan di wê vîdyoyê de re red kirine ku destê wan di kuştina hêzên emnî yên Îranê de hebûbe.

Her sê girtiyan beriya du rojan ji zîndanê ve nameyek şandibûn derve û têde xwe wek zarokên Îranê dabûn naskirin û daxwaz ji xelkê Îranê kiribûn, ku rê nedin hikûmet wan îdam bike.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) û hejmarek rêxistinên mafên mirovan ên Îranê daxwaz ji Komara Îslamiya Îranê kiribûn, ku cezayê darvekirina wan ciwanan rawestîne.

Herwiha gelek kesayetî, rewşenbîr û hunermendên Îranê jî bang li civaka navdewletî kiribûn ku guvaşê li hikûmeta Îranê bikin, daku ew ciwan neyên darvekirin.

Piştî xwepêşandanên sala bihorî ku ji ber bûyera mirina bi guman a keça Kurd Jîna Emînî hatibûn destpêkirin, li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi hezaran welatî bi tohmeta beşdariya di xwepêşandanên dijî hikûmetê de hatibûn desteserkirin û cezayê giran li gelek kesan hatibû birrîn.

Bi îdamkirina wan 3 kesan, hejmara beşdarên xwepêşandanan ku heta niha li Îranê hatine îdamkirin, gihîşt 7 kesan.

Îranê pêştir çar kesên bi navên Muhsin Şikarî, Mecîd Rehnewer, Mihemed Mehdî Keremî û Mihemed Hisênî îdam kiribûn.

Rêxistinên mafên mirovan ragihandine, biryara darvekirinê ji bo dehan beşdarên xwepêşandanê hatiye dayîn, û metirsî heye ku cezayê wan bê cîbicîkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst