Li Îranê êrişî qebrê hate kirin: Kuştî û birîndar hene!

13-08-2023
Nîşan Şîraz Êriş Kuştî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Şîrazê yê Îranê erîşî qebrekê hate kirin. 2 kes hatin kuştin, hejmarek kes jî birîndar in.

Li gorî Ajansa Fermî ya Îranê îro derora saet 19.00an, êrişî Qebra Şah Çiraxê ya li Şîrazê hate kirin.

Hat ragihandin ku di êrişê de gule li çend kesan ketine.

2 peywirdarên qebrê yên ku gule li wan ketine mirine, 2 kesên ku ji bo serdanê çûbûne qebrê jî birîndar in.

Tesnîma ajansa nîvfermî ya Îranê jî li piştrast kir ku du kes hatine kuştin.

Têlevîzyona dewletê ya Îranê jî diyar kir ku di êrîşê de 7 kes birîndar bûne.

Hat gotin ku êrîşkar du kes bûne, her du êrîşkaran xwestiye ku ji Deriyê Mehdî yê qebrê re bikevin hundirê tirbeyê.

Piştî bûyerê êrîşkarek hatiye girtin lê yê din reviyaye.

Li gorî angaştan deriyên qebrê girtî bûne, hêzên asayîşê ji bo girtina êrîşkarê ku reviyaye xebatan didomînin.

Li aliyê din, berpirsekî qebrê da zanîn ku rewşa birîndaran xerab e û hejmara kuştiyan ne diyar e.

Herwiha Çiriya Pêşîn a 2022an jî DAIŞê erişî heman cihî kiribû.

Di êrişa DAIŞê de 13 kes hatibûne kuştin û herî kêm 20 kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst