Di pîrozbahiyên Çarşema Sor de 14 kes mirin û 3 hezar û 253 kes jî birîndar bûn

13-03-2024
RÛDAW
Nîşan Çarşema Sor Îran Tehran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê di pîrozbahiyên "Çarşema Sor" de ji ber qezayên çêbûn 14 kes mirin û 3 hezar û 253 kes jî birîndar bûn.

Li Îranê gorî salnameya Şemsî Hicrî, Çarşema Sor çarşema dawiyê ya salê tê pîrozkirin. 

Li Tehrana paytextê Îranê jî bi şev pîrozbahiyan dest pê kir.

Ji ber ku di pîrozbahiyan de fişengên hewayî, maytap û car caran teqemeniyên destçêkirî tên bikaranîn qezayên curbecur çêdibin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mehrê ji 20ê Sibatê ve ku amadehiyên pîrozbahiyê dest pê kir û heya 12ê Adarê saet 24:00an qezayên curbecur çêbûn.

Hat diyarkirin di pîrozbahiyên Çarşema Sor de li seranserê Îranê 14 kes mirin û 3 hezar û 253 kes jî birîndar bûn.

Li Îrana ku salnameya Şemsî Hicrî tê bikaranîn, Newroz 21ê Adarê dest pê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî

Îran: Em dê teqez bersiveke tund bidin Îsraîl û Amerîkayê

Ayetullah Elî Xamineyî ragihand ku ew dê ji ber çalakiyên wan ên dijî Îranê teqez bersiveke tund bidin hem Îsraîlê û hem jî Amerîkayê