Îran li ser kuştina kolberan: Bi nefermî sînor derbas dikin

11-06-2018
RÛDAW
Nîşan Îran Şehriyar Hêyderî Kolber Sînor Nefermî Kuştin
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Rêveberê Karûbarên Sînoran ê ser bi Wezareta Navxwe ya Îranê ragihand, ku hêzên sînorparêz berpirs in li hember parastina ewlehiya welat û kesên ku sînoran bi awayekê nefermî derbas bikin, dê rûbirûyê wan bibin.

 

Şehriyar Hêyderî di dema ragihandina biryarnameya çalakiyên ser sînor li gorî biryara nû ya hikûmetê ji bo rêkxistina karê ser sînor de got, 15 xalên sînorî ji bo hawirdekirina kelûpelan hatine diyarkirin û her çalakiyek li derveyî wan cihên diyarkirî, neyasayî û nefermî ye.

 

Hêyderî got jî, li gorî biryara nû xalên sînorî yên nefermî ku berê bi awayê qaçaxî kelûpel têde dihatin derbaskirin, dê ji aliyê hêzên serbazî, polîs û hêzên sînorparêz ve bihêne girtin.

 

Bi gotina Hêyderî, her core çûnûhatinek di wan riyên sînorî re qedexe ye û hêzên ewlekariyê yên Îranê dê rûbirûyê wan kesan bibin, ku vê yekê binpê bikin.

 

Rêveberê Karûbarên Sînoran ê ser bi Wezareta Navxwe ya Îranê herwiha tekez kir, dema ku bi şevan li sînorên nefermî kesek çûnûhatinê bike, hêzên sînorparêz nikarin ji hev cuda bikin ka kolber e yan qaçaxçî ye yan jî dijberên hikûmetê ne, lewra ew dê rûbirûyê wan kesan bibin ku sînor derbas dikin.

 

Di van demên dawiyê de, rêjeya kuştina welatiyên Kurd ên ku li ser sînorê navbera Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê (Îranê) karê kolberiyê dikin, bi destê hêzên ewlekariyê yên Îranê zêde bûye.

Ji ber hejarî û nebûna derfetên kar li Rojhilatê Kurdistanê, xelkê bajar û gundên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê, bi neçarî û ji bo peydakirina debara jiyana malbatên xwe li ser sînorê hevbeş ê bi Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê (Tirkiye) re karê bazirganiya ser sînor û kolberiyê dikin, ku gelek caran rastî teqeyên hêzên îranî tên.

 

Heta niha bi dehan kolberên Kurd di encama teqeyên hêzên ewlekariyê yên Îranê hatine kuştin û bi dehan kesên din jî hatine birîndarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst