Şûngirê Sulêymanî li ser êrişa mûşekî nameyek arasteyî Xaminêyî kir

09-01-2020
RÛDAW
Nîşan Îsmaîl Qaanî Supaya Pasdaran Supaya Quds Qasim Sulêymanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê nû yê Supaya Quds a Supaya Pasdaran, Îsmaîl Qaanî, di nemayekê de spasiyên xwe pêşkêşî Elî Xaminêyî, Rêberê Komara Îslamî ya Îranê dike û dibêje êrişa mûşekî ya ser binkeyên Amerîkayê dibe temamkerê biryara parlamentoya Iraqê bo derkirina hêzên Amerîkî ji wî welatî.

Fermandarê nû yê Supaya Quds a Supaya Pasdaran, Îsmaîl Qaanî, di nameya xwe ya bo Elî Xeminêyî de tekeziyê li ser berdewamkirina rêbaza Qasim Sulêymanî dike û dibêje, “Şitlên sava yên gulistana Şoreşa Îslamî û darên bi temen ên bergiriya navçeyê bi xwîna Qasim Sulêymanî, Fermandarê berê yê Supaya Quds, hatine avdan.”

Her di wê nameyê de Qaanî spasiyên xwe pêşkêşî Xaminêyî dike ku ew weke Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran destnîşan kiriye.

Îsmaîl Qaanî pêştir cîgirê Qasim Sulêymanî bû û roja 3ê vê mehê, piştî kuştina Qasim Sulêymanî, bi fermana Rêberê Komara Îslamî ya Îranê weke şûngirê Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds hatibû destnîşankirin.

Elî Xaminêyî di fermana destbikarbûna Îsmaîl Qaanî de, amaje bi wê kiribû ku planên Supaya Quds weke serdema Qasim Sulêymanî divê deq bi deq bên cîbicîkirin.

Supaya Quds liqa derve ya Supaya Pasdaran e ku li Rojhilata Navîn, bakurê Afrîka û Efxanistanê çalak e û girîngîpêdana hejmûn û destwerdana Îranê li wan navçeyan ji erkên sereke yên wê hêzê ne.

Qasim Sulêymanî ku bo maweyê du dehan, Fermandarê Supaya Quds bû, roja 3ê vê mehê li gel Ebu Mehdî Muhendis, Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî û hejmareke berpirsên Heşda Şeibû û Suoaya Pasdaran, li nêzikî firokexaneya Bexdayê, ji aliyê Amerîkayê ve hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst