Firokeyeke Supaya Pasdaran a Îranê kete xwarê

02-12-2016
RÛDAW
Nîşan Îran Supaya Pasdaran Firoke Pîlot Sîstan û Belûçistan
A+ A-

Navena Nûçeyan - Firokeyeke Supaya Pasdaran li parêzgeha Sîstan û Belûçistana Îranê kete xwarê û pîlotê wê jyana xwe ji dest da.

 

Medyayên Îranê roja pênşemiyê belav kirin, ku firokeyeke fêrkirin û rahênanê ya ji corê Jayro Plane li başurê rojhlatê îranê û li bajarê Serawanê yê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê kete xwarê.

 

Li gorî zanyariyan, pîlotê wê firokeya Supaya Pasdaran ku piledarekî wê hêzê bûye, jiyana xwe ji dest daye.

 

Pêwendyên Giştiyên Qerargeha Qudis a ser bi Hêza Piyadeya Supaya Pasdaran di daxuyaniyekê de dibêje, ew firoke di dema çûna bo operasyoneke lêgerînê li firokexaneya Serawanê rastî bûyerekê hatiye û ketiye xwarê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst