Şer gur dibe: Leşkerên Libnanê ji sînor vedikişin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Libnan Operasyona Bejahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku artêşa Libnanê çeperên xwe yên nêzî sînorê Îsraîlê terikandine û bi çend kîlometreyan ji sînor vekişiyane.

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah jî 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.

Piştî kuştina Hesen Nasralah metirsiya berfirehbûna şer her ku diçe zêde dibe.

Îsraîl bê navber Libnanê bombebarna dike.

Ji ber metirsiya destpêkirina operasyoneke bejahî ji aliyê Îsraîlê ve, leşkerên Libnanê ji çeperên xwe yên nêzikî sînorê Îsraîlê vekişiyan.

Hate zanîn ku leşkerên Libnanê bi çend kîlometreyan ji sînor dûr ketine.

Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyona bejahî de wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê ber bi sînorê Libnanê ve dest bi tevgerê kiriye.

Îro danê sibê Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant çûbû serdana yekîneyên zirxî yên li bakurê wî welatî kir û amaje bi êrişa bejahî ya li Libnanê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst