Îsraîlê 'keleha Hizbulahê' kir kavil

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Libnan Beyrût Dahiye Keleha Hizbulahê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên asmanî yên ku Îsraîlê Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah kuşt li Beyrûta paytexta Libnanê bûn sedema kavilbûneke mezin.

Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.

Artêşa Îsraîlê 28ê Îlonê ragihand ku wan Hesen Nasralah kuştiye û Hizbulaha Libnanê jî heman rojê kuştina wî piştrast kir.

Îsraîlê 27ê Îlonê herêma Dahiyeyê ya Beyrûtê ku bi gelek êrişên asmanî kir armanc.

Herêma Dahiyeyê ku piraniya şêniyên wê Şîe ne, wekî “keleha Hizbullahê” tê binavkirin.

Di êrişên asmanî yên Îsraîlê de ku Hesen Nasralah û hin peywirdarên wê yên din hatibûn kuştin, herêma Dahiyeyê ya Beyrûtê 6 bîna yekser wêran bûn.

Êrişên asmanî yên tundiya wê li temamî Beyrûtê hatibû hîskirin, heta sibehê dewam kiribûn.

Ji ber êrişan bi hezaran malbat ji herêma Dahiyeyê derketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst