Berpirsê Hemasê ji Rûdawê re got: Em deyndarê gelê Kurd in

29-05-2024
Basim Neîm bû mêhvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Basim Neîm bû mêhvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Endamê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Basim Neîm Hemas Kurd Filistîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Basim Neîm got, “Gelek qenciya gelê Kurd gihiştiye gelê Filistînê, em rêzê li qurbaniyên wan digirin û em deyndarê wan in.”

Endamê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Basim Neîm beşdarî bernameya Tora Medyayî ya Rûdawê bû û pirsên Senger Ebdulrehman bersivandin.

Basim Neîm destnîşan kir ku Kurd bi piştgiriya xwe ya ku didin gelê Filistînê tên naskirin û bi sedan malbatên Kurd li deverên cuda yên Filistînê dijîn û pê de çû:

“Ev bi sedsalan e ku Kurd wekî piştgirê gelê Filistînê tên naskirin.

Ji dema hewlên Selahadînê Eyûbî yên ji bo rizgarkian Filistînê û heta bi îro wiha berdewam dike.”

“Rola Kurdan roleke sereke ye”

Endamê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Basim Neîm da zanîn ku Kurd di parastina Filistînê de xwedî roleke resen in û got:

“Em li xwe mikûr tên ku gelek başiya Kurdan gihiştiye Filistînê û gelê wê û rola Kurdan a di parastina Filistînê de roleke resen e.”

“Ji çaran yekê şêniyên Xelîlê Kurd bûn”

Basim Neîm li ser Kurdên ku Filistînê dijîn da zanîn:

“Bi sedan malbatên Filistînî li Xeze, Nablis, Xelîl û Qudsê dijîn ku bi eslê xwe Kurd in.

Li gorî belgeyên dîrokî ji çaran yekê şêniyên Xelîlê Kurd bûn û goristaneke zanayên Kurd heye li Filistînê.”

Basim Neîm li ser mafên Kurdan ên rewa jî got, “Kurd jî gelekî vê herêmê ne û mafê wan heye ku wekî gelên din aram bijîn.”

Li hêla din, Îsraîl rojên dawiyê bi awayekî dijwar êrişî Refahê dike.

Basim Neîm li ser şerê li Refahê anî zimên, “Li Refahê rewş dijwar e. Artêşa Îsraîlê di maweyê çend rojên borî de li Refahê du komkujî kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst