Mesûd Saleyî: Em hêvî dikin Kerkûk careke din bikeve destê Kurdan

10-12-2023
Mesûd Saleyî û Senger Evdirehman / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mesûd Saleyî û Senger Evdirehman / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kerkûk Kurd Erebkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Meclîsa Bilind a Têkoşerên PDKyê Mesûd Saleyî got, “Em hêvî dikin ku Kerkûk careke din bikeve destê Kurdan.”

Mesûd Saleyî herwiha da zanîn, “Xelkê Kerkûkê di rewşeke zehmet de ye lê em bi hêvî nê ku dê encamên hilbijartinan ji bo Kurdan erênî bin.”

Berpirsê Meclîsa Bilind a Têkoşerên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Saleyî, di Bultena 12:00an a Rûdawê de bû mêvanê Senger Evdirehman û behsa rewşa Kerkûkê û hilbijartinan kir.

“Divê hemû Kurd herin ser sindoqan”

Mesûd Saleyî li ser girîngiya hilbijartinan wiha axivî:

“Heke Kurd bi lîsteyekê beşdarî hilbijartinan bibûna dê dengê wan xurttir ba lê niha ya girîng ew e ku hemû Kurd herin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Hilbijartinên meclîsên parêzgehan li Kerkûkê dê çarenivisê diyar bikin. Divê ew rewşa niha ya ku em jê ne razî ne vegere rewşeke normal.

“Li Kerkûkê zilm heye û Erebkirin heye”

Hilbijartinên meclîsên parêzgehan gelek pirsgirêka çareser dikin û beşdariya Kurdan girîng e.

Heta niha li Kerkûkê zilm heye û Erebkirin heye. Cotkarên Kerkûkê ji zeviyên xwe mane bê pişk, xizmetguzarî xirab in.

Di navbera taxên Kurdan û taxên din de gelek cudahî hene. Taxên Kurdan bi temamî hatine piştguhkirin.”

“Em hêvî dikin ku Kerkûk careke din bikeve destê Kurdan”

Mesûd Saleyî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa dijwar a xelkê Kerkûkê û got:

“Xelkê Kerkûkê ji rewşa niha ya bajêr ne razî ye û di rewşeke zehmet de ye lê beşdariya wan a hilbijartinan dê bibe rêya asayîbûna rewşa bajêr.

Em hêvî dikin ku Kerkûk careke din bikeve destê Kurdan, ev jî bi beşdariya Kurdan a hilbijartinan mimkin e.

Divê hemû alî ji nakokiyên siyasî dûr bikevin û ji bo Kerkûkê bixebitin.”

18 ê vê mehê xeyn ji Herêma Kurdistanê dê li Îraqê hilbijartinên meclîsên parêzgehan werin lidarxistin.

Li gorî amarên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, 5 hezar û 904 kes ji bo van hilbijartinan bûne berbijêr û dê li ser 285 kursiyan rikaberiyê bikin.

Li aliyê din, ji sedî 71,8ê berbijêran mêr, ji sedî 28,2yê berbijêran jî jin in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst