Amerîka: Bernameya etomî ya Îranê metirsiyeke mezin e

27-09-2020
RÛDAW
Nîşan Îran Washington Bernamaya Etomî Netewên Yekbûyî Wezareta Derve ya Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, niha jî bernameya etomî ya Îranê metirsiyeke mezin e li ser asayişa navdewletî.

Di birgeya 5emîn a raporteke Wezareta Derve ya Amerîkayê de ku taybet e bi Îranê, tê gotin ji sala 2002an ve bernameya etomî ya Îranê çavkaniyek nîgeraniyê ya mezin e bo ser civaka navdewletî.

Raporta amaje bi wê dike, di çarçova pabendnebûna bi mercên Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomê û hewlên bo veşartina niyetên xwe ji bo bidestxistina çeka etomî, bernameya etomî ya Îranê niha jî metirsiyeke mezin e bo ser asayişa navdewletî.

Her di wê raportê de amaje bi şiyanên Îranê yên meyandina Uranyumê hatiye kirin û tê gotin, şiyanên Îranê roj bi roj zêdetir û berfirehtir dibin û wek amrazê herasanê bikar tîne û hemû ev kar jî mercên Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomê û peymana belavnekirina çekên etomî binpê dike.

Roja 21.09.2020 Amerîkayê beşa yekem a sizayên Netewîn Yekbûyî xist warê cîbicîkirinê ku sala 2015an ji ber rêkeftina etomî rawestandibûn.

Biryara Washingtonê ya dûbare sepandina sizayan bi ser Îranê piştî wê tê ku Amerîkayê nekarî Encûmena Asayişê razî bike li ser dirêjkirina dema qedexeya firtona çekan bi Îranê ku ji meha bê ve temam dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst