Li Deryaya Spî belema koçberan niqûm bû: 57 kes mirin

27-07-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM), ragihand ku li nav Deryaya Spî li peravên Lîbyayê belema koçberên neyasayî hilgirtibûn niqûm bûye û herî kêm 57 kesan canê xwe ji dest dane.

Li Deryaya Spî derdeseriya koçberên neyasayî berdewam e. Li gor daxuyaniya Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM), li peravên Lîbyayê belem an bota ku koçberên neyasayî hilgirtibûn niqûm bûye û herî kêm 57 kesan cane xwe ji dest dane.

Berdevka IOMê Safa Msehli li ser hesabê xwe yê medya civakî da zanîn ku kesên canê xwe ji dest nedane ji aliyê masîgir û hêzên rewlekariya peravan ve bo bejayiyê hatine veguhestin û di nav ên cane xwe ji dest dane de herî kêm 20 jin û 2 zarok hene.

Ligel germbûna hewayê di van mehên dawî de çûna koçberên neyasayî ji Lîbya û Tunusê bi rêya Deryaya Spî bo Îtalya û welatên din ên Ewropayê zêde bûye.

Li gor Rêxistina Koçê ya Navdewletî, îsal li peravên Lîbyayê jin û zarok jî di nav de 14 hezar û 388 koçberên neyasayî hatine rizgarkirin û 194 koçberan jî canê xwe ji dest dane. Li gor heman rêxistinê, 492 koçber jî wenda ne.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst