Hulusî Akar: Piştî erdhejê nêzîkî 60 hezar Sûrî vegeriyane welatê xwe

27-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar îdîayên ku tê gotin piştî erdhejên Mereşê koça ji Sûriyê bo Tikriyê berdewam e red kirin û got: “Piştî erdhejê nêzîkî 60 hezar Sûriyên xaniyên wan herifîbûn û endamên malbatên wan canê xwe ji dest dabûn bi dilê xwe vegeriyane welatê xwe û niha ewlekariya sînor tê parastin.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar îro Duşemê 27ê Adara 2023an li parêzeha Hatayê serdana baregehên artêşa Tirkiyê yên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê kir.

Akar derbarê ewlekariya hatiye wergirtin de amaje bi wê yekê dide ku bi şev û roj bi Sîstema Dragoneye (Çavê Ejderha) Elektro-Optik Sensor sînor tê kontrolkirin û rê nîne koçber bikevin nav axa Tirkiyê.

Hulusi Akar got: “Dem bi dem mijara ewlekariya sînor dikeve rojevê, lê tiştên tên gotin ne rast in. Sînorên me hemû rojan 24 demjimêran bi teknîka herî pêşketî tên parastin. Teknîka niha em bikar tînin teknîka herî pêşketî ya di dîroka komara me de ye. Hinek caran bi armanca berjewendiya siyasî mijara ewlekariya sînorên me dibe mijara polemîkan. Lê tişta tê kirin ne rast e.”

Akar herwiha îdiayên koça ji Sûriyê bo Tirkiyê red kirin û got: “ Piştî erdhejê jî hinek kesan gotin koçber ji Sûriyê derbasî Tirkiyê dibin, lê ev yek nebûye. Piştî erdhejê nêzîka 60 hezar Sûriyên ku malên wan herifîbûn bi dilê xwe vegeriyane Sûriyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst