Hizbulahê li ser kuştina Hesen Nasralah daxuyanî da!

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hizbulaha Libnanê Hesen Nasralah Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Hizbulaha Libnanê kuştina Sekreterê Giştî Hesen Nasralah piştrast kir û diyar kir ku ew hatiye kuştin.

Hizbulaha Libnanê li ser hesabê xwe yê Telegramê kuştina Hesen Nasralah piştrast kir û ragihand:

“Hesen Nasralah di êrişa Îsraîlê de hat kuştin.”

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nasralah di êrişeke li başûrê Beyrûtê de hatiye kuştin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê David Abraham dabû zanîn, “Hesen Nasralah di êrişa Înê de hat kuştin.”

Her wiha Sererkanê Îsraîlê Herzî Halewî jî gotibû:

“Kuştina Hesen Nasralah peyamek e ku Îsraîl wê xwe bigihîne her kesê ku gefê li welatiyên Îsraîlî dixwe.

Ev ne dawî ye.”

Berdevkê Hizbulahê Rana Sahirî jî îro ji Rûdawê re ragihandibû ku kuştina Nasralah nehatiye “piştrastkirin”.

Artêşa Îsraîlê her wiha da zanîn ku di êrişê de fermandarekî mezin ê Hizbulahê Elî Karkî û çend fermandarên din jî hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê li başûrê Beyrûtê dest bi êrişeke dijwar kir û navenda sereke ya Hizbulahê kir armanc.

Çavkaniyên nêzîkî Hizbulahê ragihand ku di êrişê de 6 avahî hilweşiyane.

Çend çavkaniyên medyayî yên Îsraîlê diyar kir ku Hesen Nasralah armanc bûye lê çavkaniyên nêzîkî Hizbulahê û medyaya Îranê destnîşan kir ku ew sax e.

Piştî êrişê artêşa Îsraîlê ti agahî nedan û got ku ew lêkolînê dikin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu doh di axaftina xwe ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê de got:

“Hizbulah rêya şer hilbijart. Ji şer pê ve tu çareya me nemaye.

Em dê şer bikin heta ku em hemû armancên xwe pêk bînin.”

Şer û pevçûnên di navbera Hizbulah û Îsraîlê de piştî destpêkirina şerê Xezeyê ya 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan dest pê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst