Gera hevbeş a Rûsya-Tirkiye li Idlibê bi RPG rastî êrîşê hat

25-08-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Karwana gera hevbeş a Rûsî-Tirkî îro Sêşemê li nêzîk navçeya Urem El-Jawz li rojavayê Idlibê bû armanca êrîşeke bi RPG, lê derbarê ziraran de hêj ti agahî nehatine zanîn.

Di nava wan rojên dawî de ev cara duyemîn e ku li ser rêya navdewletî ya Laziqiye-Helebê û li rojavayê Idlibê, êrîşî ser dewriyeya Rûsya-Tirkiyê tê kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên artêşa Tirkiyê di çarçoveya amadekariyên xwe yên asayî ji bo derketina dewriyeya Rûsî- Tirkî de, bi awayekî zêde li ser rêya Laziqiye-Helebê ya navdewletî li gundewarên başûr û rojavayê Idlibê belav bûn.

SOHR herwiha dibêje, piştî wê yekê hêzên Rûsya û Tirkiyê li ser rêya M4 a navdewletî û ji gundê Tirinbê dest bi gera xwe ya hevbeş kirin û ber bi navçeya Urem El-Jawz li rojavayê Idlibê ve birêketin.

Heman çavkaniyê diyar kir, ku dewriyeya hevbeş a Rûsî-Tirkî li nêzîkî Urem El-Jawz bû armanca êrîşekê û wesayiteke serbazî ya Rûsyayê bi çeka RPG hate hedefgirtin.

Derbarê zirarên canî yên êrîşê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.

Roja 17ê vê mehê jî gereke din a hevbeş a Rûsî-Tirkî hatibû encamdan, lê hêzên Rûsya û Tirkiyê di wê gerê de berovajî gerên din cih girtin, ku di wê gera hevbeş de wesayiteke hêzên Tirkiyê bi RPG bûbû armanc, lê ti agahî derbarê zirarên êrîşê de nehatibû belavkirin.

Di meha bihorî de jî otomobîleke bombekirî li nêzîkî bajarokê Erîha li başûrê Idlibê li ser rêya karwana hevbeş a hêzên Rûsî-Tirkî teqiyabû. Ketîbeyên Xettab El Şîşanî berpirsatiya wê êrîşê li xwe girtibû.

Yekemîn dewriyeya hevbeş a hêzên Tirkiyê û Rûsya li sînorê parêzgeha Idlibê û li ser rêya M4 a navdewletî di 15ê Adara îsal de û piştî hevdîtina navbera Serokê RûsyaVladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Moskowê di 5ê Adara îsal de, hatibû destpê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst