Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Birêvebiriya Siyasî ya Hemasê Besam Naîm ragihand ku agirbesta li Xezeyê dê 126 rojan berdewam bike û got, “Di qonaxa yekem de 33 welatiyên Îsraîlî û 240 girtiyên Filistînî dê bên berdan."
Endamê Birêvebiriya Siyasî ya Hemasê Besam Naîm bû mêhvanê bultena nîvrojê ya ku Senger Ebdurehma pêşkêş dike û li ser peymana agirbestê ya ku li Xezeyê di navbera Hemas û Îsraîlê de hatiye îmzekirin axivî.
Besam Naîm diyar kir ku peymana di navbera Hemas û Îsraîlê de ji 3 qonaxan pêk tê û her qonaxek dê 42 rojan berdewam bike.
“Qonaxa yekem qonaxa mirovî ye”
Naîm got, "Qonaxa yekem dê qonaxa mirovî be. Di vê qonaxê de pêşî dê hêzên dijmin ji herêmê vekişin.
Piştî rawestandina pevçûnan, di qonaxa yekem a 42 rojan de dê danûstandina dîlan pêk were.
Her wiha dê alîkariyên mirovî bigihîjin Xezeyê. Piştre dê destûr were dayîn ku hevwelatî, bi taybetî nexweş, di navbera her du aliyên Filîstînê de rê çûn û hatinê bikin.
Piştî hefteya yekem dê vegera koçberan were mîsogerkirin."
“Xaleke taybet a derbarê dîlan de heye”
Naîm tekezî li ser wê yekê kir ku di peymanê de ku bi hewldanên Amerîka û welatên navbeynkar ên din hatiye bidestxistin, xaleke taybet a derbarê dîlan de heye û got:
"Di qonaxa yekem de dê 33 hemwelatiyên Îsraîlî û 240 girtiyên Filîstînî yên di girtîgehên Îsraîlê de bên berdan.”
Bi gotina Besam Naîm hinek ji girtiyên ku Îsraîl berde, dê venegerên Filîstînê û ew dê biçin derveyî welêt.
Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî di vê demê de dê li Xezeyê çalakiyên xwe bidomînin.
"Xeze ji her aliyî ve wêran bûye”
Besam Naîm da zanîn ku ji ber bombebaranê ji sedî 80ê Xezeyê hilweşiyaye, got:
"Xeze ji her aliyî ve wêran bûye û destpêkirina jiyanê li Xezeyê dê pêvajoyeke gelekî zehmet be."
Naîm her wiha da zanîn ku piştî peymana agirbestê destpêkir, ew dixwazin dest bi avakirina jêrxaneya Xezeyê, dibistan, nexweşxane, tora elektrîk û avê bikin û got:
“Ji bo vê yekê dê civîneke mezin bi beşdariya hem welatên herêmê û hem jî civaka navneteweyî bê lidarxistin.”
"Em dê agirbestê bi cih bînin”
Herî dawî Besam Naîm got:
"Em dê agirbestê bi cih bînin. Lê divê Amerîka, Misir, Qeter û aliyên garantor misoger bikin ku aliyê din jî dê agirbestê bi cih bîne.
Em ji pabendiya wan a bi agirbestê re bi guman in. Lê di rewşa êrişeke muhtemel de jî berxwedan dê hebe.”
Îsraîl ji bo her dîleke sivîl 30 û ji bo her leşkera jin a Îsraîlî jî 50 girtiyên Filistînî dê serbest berde.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse