FT: Dibe bandora Îranê li ser rêkeftina YPG û hikûmta Sûriyê hebe

21-02-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Tirkiye Êriş Financial Times Artêşa Sûriye
A+ A-

Navenda Nûçetyan – Rojnameya Financial Times ragihand ku hêzên dixwestin têkevin Efrînê milîsên şîe yên girêdayî Îranê bûn û ev yek jî nîşan dide ku rêkeftina di navbera Yekineyên Parastina Gel (YPG) û hikûmeta Sûriyê de û bi çavdêriya Îranê hatiye pêk anîn.


Duh Sêşemî 20ê Sibatê karwaneke hêzên Heşda Şeibî yên girêdayî Artêşa Sûriyê ji Helebê derbasî nav herêma Efrînê bûn.


Rojnameya Financial Timesê ragihand ku ew hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê yên hewldane derbasî Efrînê bibin rastî êrişên artêşa Tirkiyê hatine û dibe ew yek şerê nav Sûriyê gurtir bike. 


Di nûçeya rojnameyê de wiha hate gotin: “Bi lîstika hêzên navnetewî rewşa li Sûriyê gelek aloztir bûye. Midaxeleya navneteweyî her diçe tevlîhev dibe Xistina balafira şer a Îsraîlê jî yek ji sedemên bilindkirina asta metirsiyê ye.”


Di heman nûçeyê de wiha hate nivîsandin: “Pevçûn li Sûriyê bi xwepêşandanên dijî rêveberiya Beşar Esed dest pê kirin û piştre ji Kurdan û hêzên cîhadî yên wek DAIŞê bû derfet ku parçeyeke xaka Sûriyê bidest bixin. Herwiha piştre jî hêzên navnetewî tevlî bûn. Hevpeymaniya Navnetewî ku Amerîka pêşengiya wê dike li hemberî DAIŞê piştgiriya YPGê û hevalbendên xwe dike. Ev jî li Efrînê rê li ber egera du hevalbendên Amerîkayê bêne beramberî hev vedike.”


Rojnameya Financial Timesê ku nûçeya xwe dispêre pisporan dibêje: “Hêzên dixwestin têkevin Efrînê milîsên şîe yên girêdayî Îranê bûn û ev yek jî nîşan dide ku rêkeftina di navbera YPGê û hikûmeta Sûriyê de û bi çavdêriya Îranê pêk hatiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst