Koçberên Sûrî yên li Lubnanê rastî metirsiya dîportkirinê hatine

20-01-2023
Loloxan
Koçberên Sûrî yên li Lubnanê. Wêne: AFP
Koçberên Sûrî yên li Lubnanê. Wêne: AFP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên Sûrî yên li Lubnanê tevî rewşa wan xirab a jiyanê û zextên berdewam ên hikûmeta Lubnanê, ew demeke ku rastî dîportkirinê hatine û metirsî heye ku hejmarek ji wan bo Sûriyê bên vegerandin.

Mehmûd Deyûb koçberê Sûrî li Lubnanê, yek ji wan rizgarbûyên belema nuqumbûyî di şeva serêsala 2023 de li beramberî peravên Terablus a Lubnanê ye, niha metirsî heye li gel malbata xwe bo Sûriyê bê dîportkirin.

Mehmûd Deyûb dibêje, “Gelo tu bawer dikî ez razî me xwe bavêjim nav deryayê, nexêr. Malbata min ji her tiştî li cîhanê li ba min girîngtir e. Ez behsa derd û êşên xwe û xelkê dikim. Tişta min li nav deryayê dît trajedîk bû. Eger yek li nav deryayê Xwedênenas be wê yekser baweriya xwe bi Xwedê bîne.”

Li nav belemê nêzîkî 200 koçberên Sûrî hebûn, her yekî ji wan 400 dolar dabûn qaçaxçiyan, guman dikin ku qaçaxçî û Firqeya 4 ya artêşa Sûrî di destserkirina wan de hevbeş bin, berî binav bibin ji aliyê zêrevanên deryayî yên Lubnanê ve hatine rizgarkirin.

Niha artêşa Lubnanê dixwaze wan radestî artêşa Sûriyê bike.

Yasîn Yasîn, koçberekî din ê Sûrî dibêje, “Em dorpêçkirî ne, li wir Israîl e, û li vî alî Sûriyê ye,  û li vir derya ye, ka em ê biçin kûderê. Li vî alî, û li wî alî, û li wir em mirî ne, û li nav Lubnan jî em dimirin.”

Li gor hikûmeta Lubnanê niha zêdeyî yek milyon û nîv koçberên Sûrî li wî welatî dimînin. Planeke vê hikûmetê heye bi hevahengî li gel artêşa Sûrî, her mehê 15 hezar koçberên Sûrî vegerîne welatê wan, lê Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê vê planê red dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst