Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn gihîşt Tehranê

19-07-2022
RÛDAW
Nîşan Rûsya Vladimir Putin Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro bi serdanekê gihîşt paytexta Îranê bajarê Tehranê.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser vexwendina Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê Îbrahîm Reîsî, bi mebesta beşdarkirina di lûtkeya sê alî ya  navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de ev serdan pêk aniye.

Putin bi riya Firokexaneya Mêhr Abad gihîşt Tehranê û biryar e di vê serdanê de tevî beşdariya di civîna sê alî de, civînên du qolî jî bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Rêberê Îranê Elî Xamineyî re pêk bîne. 

Ev duyemîn serdana Putin bo derveyî welat piştî destpêkirina êrîşa ser Ukraynayê ye. Beriya çend rojan Putin serdana Turkmenistanê kiribû.

Herwiha ev yekemîn serdana Putin bo Îranê di dema serokkomariya Îbrahîm Reîsî de ye.

Di hevdîtinên li Tehranê de tevî rewşa Sûriyê dê behsa şerê Ukraynayê û hinardeya genimê Ukraynayê jî bê kirin ku ji ber dorpêça benderên Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve, ew genim di depoyan de mane û Ukrayna nikare hinarde bike.

Serdana Putin û Erdogan bo Tehranê çend rojan piştî serdana Serokê Amerîkayê Joe Biden bo Îsraîl û Erebistana Siûdiyê ye.

Serdana Putin bo Îranê bûye sedema karvedana Waşingtonê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price roja Duşembê 18ê Tîrmehê hişayrî da ku “Waşington dê mijara egera şandina dronên Îranê bo Rûsyayê ji nêzîk ve bişopîne.”

Jake Sullivan, Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîkayê pêştir di daxuyaniyekê de gotibû, “zanyariyên me nîşan didin ku hikûmeta Îranê xwe amade dike daku bi sedan dronan di cedweleke demdiyarkirî ya bilez de bişîne Rûsyayê.”

Lê belê Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan di peywendiyeke telefonî de li gel hevtayê xwe yê Ukraynî Dmitry Kuleba ew yek red kiribû.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst