Serokên Rûsya, Îran û Tirkiye li Tehranê tên ba hev

19-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro lûtkeya sêalî ya Rûsya, Tirkiyê û Îranê birêve diçe li Tehranê birêve diçe. Serokên hersê welatan li Tehranê kirîza Sûriyê gotûbêj dikin.

Serokkomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan her duh gihîşte Terhanê û ji aliyê Wezîrê Petrolê yê Îranê Cewad Ocî ve hate pêşwazîkirin. Îro jî bi merasîmeke fermî ji aliyê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ve hat pêşwazîkirin.

Herweha îro Serokê Rûsiya, Vilademir Putin digehe Terhanê û êvara îro lûtkeya sêalî destpê dike.

Ji bilî lûtkeya sêalî, wê civînên dualî yên Erdogan-Putin, Erdogan-Reîsî, û Putin-Xamneyî jî hebin.

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan dibêje: “Ez cereke din radigihînim. Em niha diçin qonaxeke nû ya pabendbûna me bi çêkirina navçeya aram bi kûrahiya 30 kîlometre bi dirêjahiya sînorên me li başûr. Navçeyên Til Rifat û Minbic ji terorîstan paqij dikin.”

Tevî hişyariyên navherêmî û nevdewletî, nêzîka du mehan dibe Tirkiye gefa êrîşkirina ser navçeyên di bin desthhilatita Rêveberiya Xsaweser de dixwe.

Vê yekê dilgiraniya beşekî ji welatên navçeyê li pey xwe aniye, di serdana xwe ya destpêka vê hefteyê de bo Sûriye, wezîrê derve yê Îranê hişyarî da ku her operasyoneke nû ya Enqere li nav Sûriye dibe sedema têkdana aramiya navçeyê.

Wezîrê Derve yê Îranê Huseyn Emîr Ebdullahiyan jî dibêje: “Em dijî her êrîşeke serbazî ne li Sûriye, bi her hicetekê be. Her hewlekî didin daku rê li ber çêbûna operasyona serbazî bigirin û balê bikişînin ser çareseriya siyasî.”

Herdem Sûriye, operasyonên Tirkiye bi nerewa û binpêkirina serweriya axa xwe û binpêkirina yasaya navdewletî binav dike.

Di sala 2016ê de, Tirkiye dest danî ser Cerabluus û Ezazê.

Destpêkja sala 2018ê Tirkiye û hêzên nêzîkî wê operasyonek li jêr navê Çiqlê Zeytûnê bo ser Efrînê destpê kir û piştî du mehan ji şer, dest danî ser herêmeke Rojavayê Kurdistanê. Di Cotmeha 2019ê de jî wan hêzan êrîşî ser sînorê Girê Sipî û Serê Kaniyê kirin li Rojavayê Kurdistanê û ew jî dagîr kirin.

Armanca operasyona vê carê ya Tirkiye, wek berepirsên vî welatî amajeyê pê didin, Til Rifat û Minbic e, ku herdû di bin desthilata Rêveberiya Xweser de ne.

Berpirsên HSDê, tevê ku dibêjin ew made ne bersiva her êrîşekê bidin, lê daxwazê ji Îran û Rûsyayê dikin rê li ber êrîşa Tirkiye bigirin.

HSDê dibêje, bo rêgiriya li êrîşa Tirkiye, wan û Rûsya lihev kirine, ku hikûmeta Sûriye hêzên zêde bişîne Kobanî û Minbic û hêzên xwe li ser sînorê hevbeş li gel Tirkiye jî bicîh bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst