Li Lubnanê kampên koçberên Sûriyê tên têkdan

18-06-2019
Loloxan
Hikûmeta Lubnanê dibêje, divê xaniyên li nav kampan bên têkdan
Hikûmeta Lubnanê dibêje, divê xaniyên li nav kampan bên têkdan
Nîşan Lubnan Kapma Irsal Koçberên sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kampa koçberên Sûriyê li navçeya Irsala Lubnanê bi biryara hikûmeta wî welatî tê têkdan. Koçberên Sûrî biryara desthilat û artêşa wî welatî bo têkdana dîwar û xaniyên bi çemento cîbicîh dikin.

 

Tevî wê yekê rêxistinên mafên mirovan li dijî wê biryarê nerazîbûna xwe anîn ziman û dibêjin niyetên xirab û nerast li pişt vê biryarê hene.

 

Koçberê Sûrî yê nîştecihê Kampa Irsalê, Ebû Enes dibêje: “Em hatin navçeyek sar li Irsalê. Em neçar bûn ku dîwarên bi çemento ava bikin, daku em zarokên xwe ji serma zivistanê û ji kêzikan di havînê de biparêzin. Dema me ev dîwar ava kirin, ti kesî hişyarî neda me, ne gotin ev dibe yan nabe.”

 

Koçberên Sûrî bi xwe, dîwar û xaniyên ku di nav kampê de ava kirine têk didin. Hevdem koçberên Sûrî dibêjin ew qet naxwazin li Lubnanê bimînin, tenê ew li bendê ne ku welatê wan aram bibe, daku vegerin ser cih û warên xwe.

 

Serokê Şaredariya Irsalê, Basil Hicîrî jî dide xuyakirin: “Naveroka biryarê diyar e. Divê dîwarên bi çemento û xaniyên bi çemento bên têkdan. Em wek desthilat divê ji cîbicîkirina biryarê piştrast bibin. Koçberên Sûrî bi xwe biryarê cîbicîh dikin. Ez bi xwe ji hejmara giştî ya dîwarên bi çemento piştrast bûm. Radestkirina çadir û textan dê hinekî dereng bikeve. Birayar dijî binpêkirinane. Lê ya rast guşar e bo ser koçberên Sûrî, daku vegerin welatê xwe, lê ti kes naxwaze vegere.”

 

Berî heft salan li navçeya Irsalê kampek ji koçberên Sûrî re hat avakirin. Li gor berpirsên Lubnanî zêdeyî 60 hezar koçber li nav kampê dijîn.

 

Pirsa hebûna koçberên Sûrî li Lubnanê gelek nakokî xistine navbera aliyên siyasî. Aliyên dijber berdewam radigihînin ku tirs heye koçberên Sûrî wek ên Filistînî li welatê wan bicîh bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst