RÛDAW TAYBET - Penaberên Kampa Rukbanê di nav şertên pir giran de dijîn

18-03-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Urdin Sûriye Kampa Rukban
A+ A-

Kampa Rukban (Rûdaw) – Bi sedan penaberên Sûriyeyî liser sînorê Urdin û Sûriyê di şertên giran de dijîn. Berpirsên ewlekariya Urdinê jî jiber gumana hatina terorîstan devdîran ji dest bernadin.

 

Li ser sînorê Urdin û Sûriyê pirsa tekoşîna li dijî terorê û pêşwazîkirina penaberan tevlîhev dibe. Welatiyên sivîl ên Sûriyê, ku jiber şer û kuştinê direvin û berê xwe didin Urdinê, di nav toz û zuhabûna biyabanê de li jiyaneke nû digerin.

 

Gelek caran çekdarên rêxistinên mîna DAIŞê li pêlên penaberiyê siwar dibin û ewlehiya Urdinê dixin metirsiyê de.

 

Fermandarekî artêşa Urdinê yê bi navê Berekat Meşhûr Eqîl ji Rûdawê re got; “Dibe ku ji sedî 10ê kêmtir yan jî zêdetir xelkên vê kampê endamên rêxistinên terorîstî bin. Hêzên parastina sînor û bi piştevaniya tevahiya hêzên me yên din li ser sînor hatine bicihkirin, kamîrayên çavdêriyê jî hene. Li gorî yasayên navdewletî em sînorê xwe diparêzin. Ti kes nikare nêzîkî sînorê me bibe, ne DAIŞ û ne ti rêxistineke din ya terorîst.”

 

Li Serî sînorê Urdin û Sûriyê Kampa Rukban hejmareke mezin ji peaberên Sûrî li xwe digire. Penaber jî ji şertên jiyana xwe gazinan dikin. Çend jinên penaber ji Tora Meyayî ya Rûdawê re ragihandin, ku rewşa wan li vê kampê gelekî xerabe.

 

Jinekê penaber got; “Ev 2 mehên borî gelekî zehmet bûn. Rewşeke em ji ber fedî dikin. Ji bo 20 kesan tiwalêtek heye. Ez 53 salî me, lê min gelek keser di van salên dawiyê de kişandiye û ez di van 2 mehan de gelekî nexweş ketim.”

 

Jinekê din jî diyar kir; “Em hatin bûn penaber li vê kampê, rewş li vir jî gelekî xerabe. Xawrin kêm e, sûtemenî kêm e. Li cem me bi xwe jî ev tişt tune bû.”

 

Ev sînor û kampa penaberan ji aliyê Artêşa Urdinê ve têne parastin. Saziyên navdewletî jî hewl didin alîkariyê pêşkeşî penaberan bikin.

 

Hatina penaberan û berdewamiya şerê li nav Sûriyê bandoreke rasterast li ewlehiya Urdinê dike. Berpirsekî hikûmetê wî welatî jî dibêje ew niha mijûlê danîna stratîjiyeke nû ne, ji bo lihemberderketina tûndrewiyê.

 

Rêveberê Nehiştina Tundrewiyê li Urdinê Elbaşa Şerîf  Umerî dibêje; “Em niha mijûlê pêşxistina stratijiyeke niştimanî ne, ku dê îsal bê bicihkirin. Li gor vê stratîjiyê dê lihember derketina tûndrewiyê, bê berfirehkirin. Çi hikûmet û saziyên civaka sivîl be û çi jî kerta taybet be, ew jî li gor têgihiştineke berfireh, ku em bi tevahî cihê xwe di vê proseyê de bigirin.”

 

Penaberên Sûriyê, hem baca şerê nav welatê xwe didin, hem jî barê welatên derdorê ginrantir dikin. Saziyên navdewletî jî ne li gor ku tê xwestin alîkariyê pêkêş dikin, li ser sînoran û li nav kampên penaberiyê gelek nifşên nûhatî roj û siberoja xwe jidest didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst