Di nava dorpêç û bombebaranê de zewicîn

17-02-2024
RÛDAW
Nîşan Filistîn Xeze Zewac
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Xezeya ku di bin dorpêça artêşa Îsraîlê de ye, ciwanên bi navê Mahmut Huza û Şeyma Kuzat zewicîn.

Piştî êrişên artêşa Îsraîlê yên li Xezeyê, gelek welatî neçarî koçberiyê bûn.

Her du ciwanên Filistînî ahmut Huza û Şeyma Kuzat jî bi malbatên xwe re, ji ber bomberanan reviyabûn û li stada El-Durra ya li bajarê Deyr Balahê bi cih bûbûn.

Mahmut Huza û Şeyma Kuzat bi merasîmeke zewicîn û daweta xwe jî li stadê kirin.

Malbatên wan û gelekî Filstînî jî beşdarî daweta wan bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst