Li Xezeyê 14 kes hatin kuştin, yek ji wan pitik e

15-06-2024
Nîşan Xeze Êriş Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îsraîlê li bakurê Xezeyê bi balafirên şer êrişî 3 xaniyan kir, di vê êrişê de 14 kes mirin ku yek ji wan pitik e.

Li gorî WAFAya ku ajansa Filistînê ye, êriş li taxên Et-Tufah û Eş-Şucaiyeyê pêk hatiye û gelek birîndar jî hene.

WAFAyê ragihand ku birîndar veguhastine Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîstê.

Li gorî çavkaniyên cihî yên Filistînê, di êrişên Îsraîlê yên ji 7ê Çiriya Paşîn a 2023yan ve li Xezeyê 37 hezar û 266 kes hatine kuştin ku piraniya wan jin û zarok in.

Li hêla din, hejmara birîndaran jî 85 hezar û 102 ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst