Nêçîrvan Barzanî serxweşî li Serokomarê Misirê kir

12-07-2020
Nîşan Abdulfetah El Sîsî Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawî ya Konsulê Giştî yê Misirê li Hewlêrê Ehmed Cîhad Seîd, serxweşî li Serokomarê Misirê Abdulfetah El Sîsî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê 11ê Tîrmeha 2020an ji bo koça dawî ya Konsulê Giştî Misirê li Hewlêrê Ehmed Cîhad Seîd, peyameke sersaxiyê pêşkêşî Serok Komarê Misirê Abdulfetah El Sîsî kir.

Nêçîrvan Barzanî, her wiha peyameke serxweşiyê jî pêşkêşî malbata Ehmed Cîhad Seîd jî kir û li her du peyaman de hêvî xwest xwedayê mezin wî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bide malbat û kesukarên wan.

Konsulê Giştî yê Misirê li Hewlêrê Ehmed Cîhad Seîd duh koça dawî kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst