Li Xezeyê xwarin bi dest xelkê nakeve

08-12-2023
RÛDAW
 ji sedî 90ê welatiyên li bakurê Xezeyê pir caran 24 saetan tiştekî naxwin
ji sedî 90ê welatiyên li bakurê Xezeyê pir caran 24 saetan tiştekî naxwin
Nîşan Xeze Birçîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê Hemas û Îsraîlê zêdetirî 2 mehan e berdewam dike û şênî û penaberên bajarê Dêr Belhê li benda vekirina Navenda Belavkirina Xorakê ya Neteweyên Yekbûyî ne.

Welatiyê bajarê Dêr Belhê Refhat Dirdasawî got:

“Ev der Navenda Belavkirina Xorakê ya Dêr Belhê ye lê wek ku hûn dibînin, kes li vir nîne.

Derî girtî ne. Tenê Xwedayê me heye, tenê Xwedê bi me re ye.”

Bandorên şer ên li ser welatiyan roj bi roj zêdetir eşkere dibin.

Li gorî Bernameya Xorakê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî, ji sedî 90ê welatiyên li bakurê Xezeyê gelek caran 24 saetan tiştekî naxwin li başûr jî rêje ji sedî 66 e.

Di meha Çiriya Paşînê de, ji sedî 18ê bakurê Xezeyê ji 10 rojan zêdetir bê xwarin ma li başûr jî rêje ji sedî 13 bû.

Herwiha ji sedî 97ê nifûsa li bakurê Xezeyê ji xwarinê bêpar e, li başûr jî ji sedî 83 ye.

“Em ji birçîna mirin”

Penaberê bi navê Abdulqadir Hedad jî li ser rewşa xwe got:

“Em li vir bêyî ku hewcedarî bi mûşek û bombebaranê hebe dimirin. Em ji birçîna mirin.”

Ji destpêka şer ve Îsraîl dorpêça bejahî, hewayî û deryayî li ser Xezeyê sepandiye lê ji 21ê Çiriya Pêşînê ve Îsraîl rê daye ku alîkariyên mirovî bigihêjin Xezeyê.

Li gorî Bernameya Xorakê ya Cîhanê, ji 21ê Çiriya Pêşînê  ve hezar û 249 barhilgirên alîkariyên mirovî gihîştine Xezeyê ku rojane 25 barhilgir derbas bûne.

Li gorî ajansên Neteweyên Yekbûyî, Xeze rojane pêwîstiya xwe bi 100 barhilgirên alîkariyên mirovî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst