Bahçelî gef li Rojavayê Kurdistanê xwar

11-06-2024
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî li ser hilbijartinên gef lı Rojavayê Kurdistanê xwar.

Bahçelî got, “Hilbijartin divê bi temamî ji rojevê bê derxistin û careke din nebe mijara nîqaşê”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî di civîna heftane ya partiya xwe de behsa hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê û danîna qeyûm kir.

Devlet Bahçelî got ku eger hilbijartin li Rojavayê Kurdistanê çêbibin dê metirsiyeke mezin li ser ewlehiya Tirkiyê çêbibe.

Bahçelî ew hilbijartin wekî “projeyeke emperyalîst ku dixwaze Sûriyeyê perçe bike” bi nav kir û got ku armanca sereke xerakirina ewlehiya Tirkiyeyê ye.

“Em li dijî parçebûn Sûriyeyê ne”

Devlet Bahçelî wiha got:

“Hilbijartinên ku rêxistina terorîst ragihand û dixwaze bi piştgiriya Amerîkayê bike, divê bi temamî ji rojevê bê derxistin û careke din nebe mijara nîqaşê jî.

Em bi her awayî li dijî parçebûn û belavbûna Komara Ereb a Sûriyeyê ne.

Em rêzê li hebûna siyasî û yekparçeyiya wî welatî digirin. Em hêvî dikin hemû welat jî rêzê lê bigrin.

Li ser Komara Ereb a Sûriyeyê ameliyat kirin, lîstina bi sîstema wê ya îdarî û qaşo hewlên demokratîk ji bo avakirina zemînekî rewa ji bo rêxistina terorê ji bo Tirkiyeyê sedemeke mafdar a operasyonê ye.

Temaşekirina vê xiyanetê wekî ku mirov welatê Tirkiyeyê û milletê Tirkiyeyê ber bi karesatê ve bibe.”

Bahçeli herwiha di axaftina xwe de ji bo danîna qeyûmekî ser şaredariya Colemêrgê, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê pîroz kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst