MSD pêşwaziyê li vegerandina Sûriyê ji bo nav Komkara Erebî dike

08-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) pêşwaziyê li vegerandina Sûriyê ji bo nav Komkara Erebî dike.

Li ser vegerandina Sûriyê ji bo nav Komkara Erebî gelek karvedan çêbûne, çi li nav Sûriyê û çi jî ya welatên herêmî û cîhanê.

Encûmena Sûrya Demokrat daxuyaniyek têkildarî biryara Welatên Ereb ya derbarê vegera Sûriyê ji bo nava Komkara Erebî  da û dibêje “Tevgera erebî divê bibe derfeteke rasteqîn a pêkanîna çareseriyeke siyasî ya li gorî biryara 2254an a Neteweyên Yekbûyî.”

MSD di daxuyaniya xwe de diyar dike ku ew bi girîngî pêşhatên navdewletî û herêmî û bandora wan li ser Sûriyê dişopîne û dibêje: “Li Sûriyeyê ewlehî û aborî hilweşiyaye, bêyî çareserkirina sedemên van rewşan bi awayekî durist, ev rewş nayê derbaskirin.Divê saziyên dewletê li gorî rêbazên nîştimanî yên demokratîk ji nû ve werin sazkirin ku beşdarbûna tevahî sûriyeyiyan di rêvebirina kar û barên welatê xwe de were mîsogerkirin.”

Li gor MSDê sedema biserneketina hewlên navnetewî yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê ew bû ku hewldan li gorî berjewendiyên herêmî û navneteweyî bûn, lê berjewendiyên bingehîn ên gelê Sûriyeyê li ber çavan negirtin.

MSDê tekez dike ku ew pêşwazî li girîngiya navdewletî û Erebî bi dosya Sûriyê dike lê divê rewşa xirab ya Sûriyan li ber çavan bigire.

MSD dibêje: “Em Meclisa Sûriya Demokratîk her tevgerke navneteweyî, bi taybetî eleqeya navneteweyî-Erebî ya bi pirsgirêka Sûriyeyê, bi erênî dibînin. Nemaze civîna li Cedayê ku 14ê Nîsanê hatibû lidarxistin, civîna Emanê ya 1ê Gulanê û ya herî dawîn civîna Meclisa Komkara Dewletên Ereban a li ser asta wezîran a bi serkêşiya Misirê ku 7ê Gulanê li paytexta Misirê Qahîreyê hatibû lidarxistin. Divê ev gav êşa Sûriyayiyan di ber çavan re derbas bike ku bêyî çareseriyeke siyasî ya giştî bi dawî nabe. Ji bo ku proseyeke siyasî ya giştî pêk were jî divê hemû aliyên Sûriyeyî yên nîştimanî yên çalak bêyî dûrxistina tu aliyan beşdarî prosesa siyasî bibin. Em bi hêvî ne ku însiyatîfa Erebî bi awayekî rasteqîn kar bike û li gorî biryara Konseya Ewlehiyê ya 2254an rewşê aram bike.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de MSD dibêje: “Em bi hêvî ye ku destpêşxeriya Erebî bingehê ji bo proseya siyasî li gor biryara 2254 deyne”

MSD herwiha bang li opozîsyona Sûriyê jî dike û dibêje: “ Em daxwazê ji Opozîsyona niştmanî dikin ku karê cidî û berpirsyarane bo girêdana kongreyekî niştmanî bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst