Hewlêr (Rûdaw) - Hejmareke welatên Erebî û Encûmena Hevkiriya Erebî, êrişa li ser mala Serokwezîrê Iraqê û hewla kuştina wî şermezar kirin.
Serokomarê Misirê Ebdulfettah Sîsî derbarê êrişa li dijî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand, “min bi nîgeranî nûçeya hewla tawankarane ya terokirina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bihîst. Ez wê hewla tawankaren şermezar dikin, dia dikim ku Xwedê biparêze û seqamgirî û asayişê bo Iraq û gelê wê biser bixe.”
Demjimêr 02.00ê sibeha Yekşemê bi sê dronan êrişî mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya li Navçeya Kesk a Bexdayê hat kirin.
Serokomarê Iraqê Ebdulfettah Sîsî daxwaz ji hemû alî û hêzên siyasî yên Iraqê dike “rewşê aram bikin, li djî tundûtûjiyê rawestin û yekrêz bin ji bo parastina seqamgiriya dewletê û serxistina hêviyên gelê Iraqa dost.”
Serokê Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê Seid Meîn ragihand, bi sê dronan êrişî mala Mistefa Kazimî hat kirin, 2 dron ji aliyê hêzên emnî ve hatin xistin, lê yek gihişt armanca xwe û medya Iraqê jî belav kir ku di wê êrişê de 3 pasewanên mala Kazimî birîndar bûn.
Serokê Lubnanê Michel Aoun jî êrişa li dijî Serokwezîrê Iraqê şermezar kir û got, armanca wê êrişê tenê Mistefa Kazimî nebû lê “seqamgirî û asayişa Iraqê û li dijî wan hewlan bû ku ji bo qayîmkirina yekîtiya niştimanî ya Iraqê tên dayîn.”
Serokwezîrê Lubnanê Najib Mikati jî peywendiyeke telefonî li gel Mistefa Kazimî pêk anî û û hêviya xwe ji bo “berdewambûna asayiş û seqamgiriyê bo Iraqa dost” dûpat kir.
Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, çend xulek berî êrişê, zanyara êrişa bo ser mala wî bi Kazimî hat dayîn û bi wî awayî Kazimî ji hewla kuştinê rizgar bû.
Sekreterê Giştî yê Encûmena Hevkariya Welatên Kendava Erebî Felah Mubarek Hecref, di daxuyaniyekê de êrişa li ser mala Mistefa Kazimî şermezar kir û got, “Em bi her awayî van core destdirêjiyên tawankarane red dikin ku asayiş û seqamgiriya Iraqê kirine armanc ku asayişa welatên Encûmena Hevkariyê ye.”
Felah Mubarek Hecref, ji bo “parastina asayiş, seqamgirî û yekîtiya axa Iraqê” amadebûna xwe ji bo hevahengiya li gel Iraq û gelê wê nîşan dide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse