Urdin: 13 hezar penaber bi rêya Deriyê Nesîb vegeriyane Sûriyê

07-03-2019
RÛDAW
Nîşan Sûriye Urdin Nesîb Penaber Veger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - ‌Urdinê vegera 13 hezar penaberên Sûrî bi rêya Deriyê Sînorî yê Nesîb ê di navbera herdu welatan de, ragihand.

 

Wezareta Derve ya Urdinê ragihand ku di çend mehên bihoî de, nêzîkî 13 hezar penaberên Sûrî ji Urdinê vegeriyan welatê xwe.

 

Li gorî medyaya Urdinê, Wezîrê Derve yê wî welatî Eymen Elsefedî ragihandiye ku ew 13 hezar welatiyên Sûrî bi rêya Deriyê Sînorî yê Nesîb vegeriyane welatê xwe.

 

Deriyê sînorî yê Nesîb, dikeve navbera Urdin û Sûriyê û bi fermî di Cotmeha bihorî, ew dirî hate vekirin.

 

Komîsyona Bilnid a Karûbarên Penaberan a ser bi Neteweyên Yekgirtî (UNHCR,) di rapora xwe ya Çileya bihorî de ragihandibû ku kêmtir ji 3 hezar û 852 kesên Sûrî yên li Urdinê vegeriyabûn welatê xwe. 


Li gorî zanyariyên Neteweyên Yekgirtî, nêzîkî 350 hezar penaberên Sûrî li Urdinê hene, ku navên wan li cem Neteweyên Yekbûyî tomarkirî ne.

 

Lê hikûmeta Urdinê hejmara wan penaberan bi 1 milyon û 300 hezar kesî texmîn dike, ku ji sala 2011an ve derbasî Urdinê bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst