Kêmbûna avê rewşa koçerên Mexribê xirab kiriye

04-10-2022
RÛDAW
Ji sedî 80ê ava Mexribê bo çandiniyê diçe
Ji sedî 80ê ava Mexribê bo çandiniyê diçe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kêmbûna avê rewşa  koçerên Mexribê xirab kiriye, bi taybet koçberên Amazixî ji ber kêmbûna avê û nebûna cihên çêrandinê li çolistanên Mexrib jiyaneke zehmet derbas dikin.

Hejmareke  koçerên Amazîxî li gundê Amîlago ser bi navçeya Ayet Îsa li Herêma El-Rîş ku dikeve naverasta Mexribê konên xwe vedane.

Ji ber kêmbûna avê û nebûna cihên çêrandinê li wan çolistanan jiyaneke zehmet derbas dikin û nikarin ajelên xwe jî bi başî xwedî bikin.

Nûnerê koçerên li navçey Ayet Îsa, Driss Skounti dibêje: “Kesek guh nade van zeviyan, ji ber hişkesaliyê bûne çol û beyar, êdî keskayî lê nemaye û asta avê li vir daketiye. Lewma koçber bar dikin û diçin cihên din, lê zehmet e cihekî baş bibînin. Guherîna keşûhewayê bûye sedema têkçûna rewşê. Berf wek berê nabare û ava yedek a bin erdê kêm bûye. Çem û bîr jî çikiya ne. Tenê çavkaniyeke avê ji bo van koçeran maye, eger ew jî biçike tiştek namîne."

Koçer berpirsayetiya kêmbûna avê dixin stûyê hikûmetê ku sala 2008an plana çandiniyê ya bi navê "Mexriba Kesk" ragihand û rê da xelkê li gundan çewlikan çê bikin û çandiniyê bikin.

Koçer Hedo Odaş jî dibêje: “Ji ber plana `Mexriba Kesk` ev pirsgirêk çê bûye. Piştî rê bo dewlemendan hat dayîn çewlikan çêbikin, bîrên nû bikolin û bîrên kevin bigrin ku koçber sûdê jê dibînin. Wan samanên vî welatî hemû ji xwe re birine. Xanî û vîla ava kirine.”

Derdora 148 bendavên biçûk û mezin li Mexribê hene, lê ji sedî 73ê ava pêwîst di wan bendavan de kêm bûye. Li gor Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî beşa her kesekî ji avê salane li Mexribê 600 metre sêca ye, di demekê de ku salane pêdiviya mirov bi 1700 metre sêca avê heye.

Ji sedî 80ê ava Mexribê bo çandiniyê diçe. Ji ber kêmbûna baranê û hişkesaliyê ji ber guherîna keşûhewayê îsal berhema genim li Mexribê ji sedî 67 ji sala borî kêmtir bû. Rêxistina Xwarin û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) pêşbînî dike 2023an Mexrib derdora 10.4 milyon ton genim ji derve hawirde bike ku ji sedî 35 zêdetir e ji genimê ku sala 2022an hatibû hawirdekirin.

Li gor pisporên Mexribê metirsî heye pirsgirêka nebûna ava vexwarinê li 50 bajarên Mexribê çê bibe û vê jî hikûmet neçar kiriye tedbîrên tund werbigre û qedexe bike xelk ava vexwarinê bo çandinî û şûştina cade û otomobîlan bikar bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst