Hewlêr (Rûdaw) – Li Lubnanê bêhtirî 10 neteweyên cûda dijîn, yek ji wan jî Kurd in. Hemû neteweyên li Lubnanê cihê xwe di nava hemû aliyên hikûmetê de girtine lê tenê Kurd di hikûmetê de bê nûner in.
Li gorî amarên ne fermî bêhtirî 100 hezar Kurd li Lubnanê dijîn. Kurd li Lubnanê rastî gelek pirsgirêkan tên, ji bê nasnameyiyê bigirin heta beşdariya siyasî di hikûmetê de.
Piraniya Kurdên li Lubnanê ketine nava civakê û êdî bûne beşeke civaka Lubnanê lê dema ku meriv behsa çîrokên siyasî dike, diyar e Kurd hatine paşguhkirin. Ji paşguhkirinê tenê dewlet ne tawanbar e, Kurd bi xwe jî tawanabar in, ji ber ku ew gelekî berbelav in û her kesek ji wan di mal û koma xwe de sînordar bûye.
Tê zanîn ku li Lubnanê zêdetirî 100 hezar Kurd hene ku zêdetirî 50 hezaran ji wan li Beyrût a paytext dijîn. Dîroka nîştecihbûna Kurdan li Lubnanê vedigere zêdetirî 800 salan û kozika yekem a Kurdan li Lubnanê di serdema Selahedîn Eyûbî de bûye lê îro Kurd ji aliyê siyasî û aborî ve miletê herî winda yê Lubnanê ne.
Sebah Îbrahîm a 65 salî ku li Lubnanê ji dayik bûye, pênc zarokên wê hene lê wek bi sedan Kurdên din ên Lubnanê bê welatîname û nasname ye. Pirsgirêkên Kurdên Lubnanê ne tenê welatîname ye wek Sebah dibêje, hîn jî beşek ji xelkê Lubnanê bi çavekî biçûk li wan dinêrin.
Kebaniya malê Sebah Îbrahîm Mela anî ziman, “Ji me re dibêjin ev Kurmanc in lê ew hemû ne wisa ne, dema ku em li derve bin û bi Kurmancî dipeyivin, dibêjin ev Kurmanc in, çima wisa dibêjin, hîn jî li dijî Kurdan bi nefret in lê ne hemû. Zavayê me Lubnanî ye û ji me pir hez dike, ne hemû lê hinek Lubnanî dibêjin ew Kurmanc in û ew tiştekî nizanin. Na, em her tiştî dizanin.”
Li gorî amarên dêra Dêr Kurd ji dawiya sala 1970an ve nêzî 300 hezar Kurdên Lubnanê ji ber aloziyan, şerê navxweyî yê Lubnanê û rewşa nebaş a aboriyê koçî Ewropa û Amerîkayê kirine. Tevî ku niha Kurdên Lubnanê ji sedî 75 xwedî welatînameya Lubnanê ne lê Kurdbûna wan di warê nûnertiya siyasî de bi temamî hatiye paşguhkirin. Ew li ser Suniyan tên hesibandin û bêhtirî 50 hezar dengên wan ji Suniyan re diçe.
Damezrînerê Komeleya Xêrxwazî ya Kurdên Lubnanê Bahadîn Hesen li ser pirsgirêka siyasî ya Kurdan li Lubnanê got, “Em Sunî ne û wek Sunnî tên hesibandin û hemû kêmaniyên Xirîstiyan û ne Misilman li vir alîkariya wan dikin lê mixabin ku em bi tenê 365 rojan Kurd in, di roja hilbijartinan de em dibin Sunî û birayên wan. Serok bi xwe dizane ku dostên wî li Lubnanê gelek in. Ez daxwazê ji Serok Barzanî, Kek Nêçîrvan û Kek Mesrûr dikim ku Kurdên Lubnanê û Kurdên Sûrî yên li Lubnanê ji bîr nekin.”
Kurdên Lubnanê neteweya herî hejar in ku piranîya wan şagirtên xelkên din in an jî xwedî karên pir biçûk in. Gazinan ji Hikûmeta Lubnanê nakin û dibêjin hemû êş û azarên Kurdên Lubnanê tenê kêmasiya yekrêziya Kurdan a li vî welatî ye.
Dengsaz Cîhan Hesen jî bal kişand ser belavebûna Kurdan û got, “Piraniya Kurdên li Lubnanê ketine nava civakê û bûne beşek ji wê lê dema ku meriv tê ser pirsa siyasetê, na, em bi temamî hatine paşguhkirin û paşguhkirina me ne tenê tawana dewletê ye tawana me bi xwe ye jî, wek min got, em pir belav in û mijûlî xwe û koma xwe ne.”
Tax û deverên Kurd lê bi cih bûne li Beyrût a paytext, Birca Birancine, Birca Hemûd, Zuqaq Bilat, Ziwahî, XendeqXemîq, Bîr Hesen û bêtirî 10 tax û cihên din in. Kurdên Lubnanê dibêjin li pişt Şîa, Îran heye. Welatên Kendavê piştgiriya Suniyan dikin, Xirîstiyan û neteweyên din pişta xwe dane welatên Rojava û take neteweya ku ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in, Kurd in ku wek neteweya bêxwedî ya Libnanê mane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse