Wezîrê berê yê Veguhastinê yê Fransayê û Parlamenterê Yekîtiya Ewropayê Thierry Mariani diyar kir ku Fransa pişgiriyê dide herêmeke xweser a Kurdan.
Thierry Mariani dibêje, “Divê Kurd bên berçavgirtin. Hûn dizanin ku heta niha, wekî gelek Fransiyên din, em li gel neguhertina sînoran in lê di nav sînoran de, gelek rêyên cuda hene ji bo garantîkirina nûneratiyê, dibe ku xweseriya herêmekê an gelekî hebe û lewma Kurd beşek in ji Sûriyeyê, beşeke serekî ne, beşek in ku ji bilî vê berdêleke giran dane bibexşînin, di vî şerî de bihayekî giran dane lewma divê ew beşek bin ji çareseriyê, divê di hikûmetê de bên temsîlkirin û paşê, divê di herêmên ku ew piranî ne de xweseriyeke wan a taybet hebe. Ev e ya ku em dixwazin. Piştî vê dewleteke Kurdî, ez baş dizanim ku ev xeyala gelek Kurdan e. Ji bo niha, ev ji me re wekî çareseriyeke ku divê di asta navneteweyî de bê çareserkirin xuya dike.”
Siyasetmedarê Ewropî behsa êrişên çekdaran û helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê jî kir û wiha got; “Ya ku mirov li cem hinan şermezar dike li cem hinên din tê qebûlkirin. Êrişên Tirkiyeyê li derveyî axa xwe li dijî pêkhate yan piraniya Kurd li herêmên xwe, bi tevahî nayên qebûlkirin. Hûn baş dibînin ku Yekîtiya Ewropayê bêdeng dimîne ji ber ku Tirkiye di heman demê de hevalbendê NATOyê ye.”
Thierry Mariani li ser paşeroja Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê helwesta Fransa û Ewropayê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê bersiv da pêşkeşkarê Rûdawê Dilbixwîn Dara.
Rûdaw: Birêz Thierry Mariani, we çend caran bi serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed re hevdîtin kiribû. Ma we pêşbînî dikir ku wiha bilez rejîma wî bikeve?
Thierry Mariani: Ez bawer dikim, eger baş were bîra min, pênc an şeş caran, ji ber ku ez bi rêxistineke bi navê SOS Chrétien d'Orientê re her sal diçûm Sûriyeyê, ji ber ku em gelek li ser rewş û parastina pêkhateyan bi taybetî bi pêkhateyên Xirîstiyan mijûl dibûn.
Rûdaw: We qet wisa hêvî dikir ku rejima Beşar Esed ewqas zû birûxe û bireve?
Thierry Mariani: Na, divê mirov rastbêj be. Ev bûyerek surprîz bû lê di heman demê de, di serdanên me yên dawî de nîşanên metirsîdar hebûn. Yanî me baş didît ku gel westiyaye û bêzar bûbû.
Hûn dizanin dema ku heman kes her demê we diparêzin, di destpêkê de digotin em dê bi ser bikevin, em xurt in û paşê, di serdana dawî de, parêzvanekî me bîra min ku digot, ez nikarim şîr ji bo zarokên xwe bikirim. Eger hûn careke din bikaribin ji bo zarokan şîr ji min re bînin. Ji bo şîrmijan, ez dê spasdarê we bim û wiha me baş didît ku gel westiyayî bû. Ev surprîz bû ku rêjîm ewqas zû ket lê nîşanên westana welat diyar bûn, eşkere bûn. Ez difikirim ku xelkê Sûriyeyê aştî dixwest, çi dibe bila bibe lê aştî dixwest.
Rûdaw: Hûn desthilatdariya nû li Sûriyeyê çawa dibînin?
Thierry Mariani: Ez dibînim ku niha gelek optimîzm û gelek sadedilî heye. Gelek optimîzm heye ji ber ku ez hîn duh di komisyonekê de bûm ku behsa hikûmeta piraî bi jinan re dihat kirin. Tê gotin "Erê, binêrin, rêjîma nû jinekê ji bo rêveberiya dezgeha bankî ya herî girîng a welat tayîn kiriye" lê ji aliyekî din ve, dostên min ên hîn li welat in û WhatsApp û telefonê bi kar tînin, nîşanên din ên metirsîdar didin min. Lewma, ez gelek bi baldarî tevdigerim. Hûn dizanin, ev dema Talîban dîsa Kabûl girt tine bîra min. Hûn dizanin çi qewimî. Beriya demeke kurt, Yekîtiya Ewropayê ji me re şîrove dikir ku Talîban êdî ne ew Talîbana berê ye ku em dê hikûmeteke piralî bibînin ku em dê bikaribin bi wan re biaxivin û paşê zû hat xuyakirin ku xwezaya wan a rastîn dîsa derket holê.
Lewma ez ji bîr nakim ku di rastiyê de rêvebirên nû Îslamîst in, yanî ne ku berê Îslamîst bûn, niha jî Îslamîst in, Îslamîst in.
Ne ji ber ku Îslamîstek kiravatê li xwe dike, ji nişkê ve dibe kesekî ku mirov dikare pê re pêwendiyê deyne û dibe cûreyek sosyal demokratdemokrat yê mesîhî. Lewma ez gelek bi baldarî tevdigerim. Ji bo niha, ez bawer dikim ew bi hostayî tevdigerin, yanî...Tu bûyerên mezin ên xirab nînin ji ber ku ew li bendê çi ne? Ew tenê li bendê ne ku Yekîtiya Ewropayê cezayan rake û dibe ku Yekîtiya Ewropayê, wekî hevkarên din ên biyanî, ji bo serrastkirina welêt pereyan bide lewma ez gelekî baldar im û hinekî jî dilêş im ji ber çima rojava û Yekîtiya Ewropayê piştî dawiya şer beriya 3-4 salan destê xwe dirêjî Serok Beşar el-Esed nekirin?
Bibexşînin, îro tê gotin ku divê mutleq hikûmetek hebe ku rêzê li jinan bigire. Destûrê bidin ez bînim bîra we ku hikûmeta berê ku xwîn li ser destê wê heye ku sûcên wê nayên jibîrkirin lê ez dê bibêjim wekî Îslamîstan, hikûmeta berê herî kêm jin û mêr wek hev didîtin. Hikûmeta berê pêkhate diparastin û wiha... Ez dibînim ku em gelek nermîyê nîşanî vê hikûmeta nû didin ji ber ku em dixwazin baweriyê pê bînin. Hesta min wekî ys zarokekî ye ku li ber Baba Noel, li ber Dara Noel e û bi her awayî dixwaze baweriyê bi Baba Noel bîne, her çend di bingehê de dizane ku îhtimala hebûna wî kêm e.
Rûdaw: Rêxistina ku niha hikûmeta Sûriyê di bin kontrola wê de ye, hîn jî di lîsteya rêxistinên terorîst de ye. Hûn van têkiliyên Ewropî û navneteweyî yên bi wê re çawa şîrove dikin?
Thierry Marian: Belê bêguman
Thierry Mariani: Wekî min ji we re got, ez dibnim ku siyaseta Ewropayê gelek sade ye û standardeke dualî ya daîmî heye. Ew tiştê ku bi hikûmeta berê bi tevahî dihate redkirin, tê tercîhkirin ku bi hikûmeta nû re bê jibîrkirin. Ez bi we re hemfikir im. Ne ji ber ku birêz Colanî kravatê li xwe dike, endamekî Tahrir El Şamê ye dîsa endamê Tahrir El Şamê dimîne. Ev e.
Dostên min ên li Helebê ji min re digotin, wan bi zelalî ji me re got ku wan ferman wergirtine ku di vê demê de bi taybetî xwedî tolerans bin, bi taybetî vekirî bin û lewma, ez dubare dikim ku Yekîtiya Ewropayê, wek gelek caran di Rojhilata Navîn de tê dîtin, xwedî standardeke dualî ye. Her tiştî ji dostên xwe re qebûl dike. An jî ji wan re yên ku ew xeyal dikin ku bibin dost û tu tiştî ji yên din re nabexşînin lê ez bi we re hemfikir im, birêz Colanî wekî nimûne, hîn jî di lîsteya terorîstan de ye lewma ne biryareke Meclisa Parlamentoya Ewropayê ye ku wî bike mirovekî baş û mirovhez. Çi sadedilî ye!
Rûdaw: Gelo civaka navneteweyî dikare rejîma nû ya Sûriyeyê ber bi demokrasiyê bibe û wê ji tûndrewiyê dûr bixe û binpêkirin bi dawî bibin?
Thierry Mariani: Tu dizanî? Ez dixwazim bawer bikim lê ez bawer nakim. Ez dixwazim ji bo berjewendiya Sûriyeyê baweriyê pê bînim, ji ber ku hemû kemîneyên olî, hemû gelên cuda yên ku Sûriyeyê pêk tînin û bi taybetî jî helbet Kurd, divê cihê wan hebe di hikûmeta nû de û di organên nû de yên ku wê welêt birêve bibin. Ev xewna Yekîtiya Ewropayê ye. Ev e ya ku hin endamên Yekîtiya Ewropayê yên ku çûn destê birêz Colanî guvaştin, êdî jê bawer in.
Xewna min e ku ev rast be, ez hêvî dikim ku rast be lê mixabin di siyasetê de, sadedilî carinan guneh û şaşiyek e. Ji bo min, ev kesê ku terorîstekî metirsîdar bû ku hîn jî di lîsteyan de wekî terorîstekî metirsîdar tê dîtin, ez dubare dikim, ez gelek zehmetiyê dikşînim, gelek zehmetiyê dikşînim ku bawer bikim ku tişt dê biguherin an jî dibe ku ew dê biguherin ji bo demekê, ji ber ku ez difikirim îro hewcedariyan hikûmeta nû hene wekî nimûne, alîkariya mirovî, alîkariya darayî, da ku nîşanî Sûriyeyiyan bide ku bi saya wê, tişt baştir dibin û min mînaka Sûriyeyê anî ziman cara dawî ku ez çûm wir, yên ku ji min re digotin "em şîr ji bo zarokên xwe dixwazin", ez difikirim ku ev hikûmet ê her tiştî bike da ku vê bi dest bixe. Bi dîtina min, ev dê tenê gava yekem be. Wekî nimûne, dostên min ên li Helebê û heta li Şamê jî ji min re gotin "di Noelê de, destûr hat dayîn ku em cejna olî pêk bînin, Noelê pîroz bikin".
Lê ji me re hat gotin, tiştek li derve na, her tişt li hûndir. Nexwe, ev e. Demên wisa hene ku ez dubare dikim, mirov dixwaze baweriyê bi Baba Noel bîne, her çend mirov bawer nake.
Êdî bi rastî. Nexwe guhdarî bikin, ez hêvî dikim ku di şeş mehan an salekê de, em dê dîsa hevpeyvînekê çêbikin û ez dê ji we re bibêjim ku ez şaş bûm, vaye, ez şaş bûm, ew hatin guhertin lê mixabin, ez ditirsim ku di salekê de ji we re bibêjim, Îslamîst her Îslamîst dimînin, tevî ku bi kravat jî be.
Rûdaw: Li hemberî kêmkirina cezayên aborî hûn ji Hikûmeta Sûriyeyê çi dixwazin?
Thierry Mariani: Li gorî ku min fêm kiriye, rîsk heye ku cezayên li ser Sûriyeyêê gelek zû bên rakirin û ez rastiyê ji we re dibêjim, ez dê dengê xwe bidim ji bo rakirina van cezayan. Ez her dem li dijî cezayan bûm. Ez her demê li dijî bûm ji ber ku di van cezayan de her tim yê ku zeremend dibe xelk e.
Em baş dizanin ku birêvebir tu carî zerermend nabin. Dema ku hûn serokê partiyekê ne, wezîrekî berpirsyarê siyasetekê ne, şîrê zarokên we heye, eger ez mînaka berê dubare bikim lewma ez hêvî dikim ku ceza dê di demeke nêzîk de bên rakirin.
Ji ber ku pêşî, ev dihêle ji bo nimûne ku alîkariyên mirovî bigihêjin lê paşê, ji rakirina cezayan heta dayîna milyonan ji vê hikûmeta nû re, ev tiştekî din e û lewma, rakirina cezayan ji min re wekî gaveke baş xuya dike.
Ez dubare dikim, min her tim xwestiye ku ev ceza bên rakirin lê ez difikirim ku divê mirov ji bo paşerojê gelek baldar be û rakirina cezayan, erê. Gelo ji bo başkirina rewşa welêt alîkariyan bişînin û hinekî li bendê bimînin ka ew dê çi bikin?
Rûdaw: Derbarê Rojavayê Kurdistanê (Rojava) helwesta partiya we li ser Pirsgirêka Kurd a li Sûriyeyê çi ye?
Thierry Mariani: Divê Kurd bên berçavgirtin. Hûn dizanin ku heta niha, wekî gelek Fransiyên din, em li gel neguhertina sînoran in lê di nav sînoran de, gelek rêyên cuda hene ji bo garantîkirina nûneratiyê, dibe ku xweseriya herêmekê an gelekî hebe û lewma Kurd beşek in ji Sûriyeyê, beşeke serekî ne, beşek in ku ji bilî vê berdêleke giran dane bibexşînin, di vî şerî de bihayekî giran dane lewma divê ew beşek bin ji çareseriyê, divê di hikûmetê de bên temsîlkirin û paşê, divê di herêmên ku ew piranî ne de xweseriyeke wan a taybet hebe. Ev e ya ku em dixwazin. Piştî vê dewleteke Kurdî, ez baş dizanim ku ev xeyala gelek Kurdan e. Ji bo niha, ev ji me re wekî çareseriyeke ku divê di asta navneteweyî de bê çareserkirin xuya dike.
Rûdaw: Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê bi piştgiriya Tirkiyeyê bi berdewamî êrişî Hêzên Sûriya Demokratîk dike. Helwesta we li hember van êrişan çi ye?
Thierry Mariani: Ev êriş bi tevahî şermezarkirî ne lê em baş dibînin ku di kaosa li Sûriyeyê de, her kes hewl dide ku peykên xwe pêş ve bibe. Em baş dibînin ku Tirk li dijî Kurdan şer dikin. Ev ne tiştekî nû ye. Min ji bîr nekiriye ku piştî hêzên Kurdî di xeta pêşî de di şerên Mûsil an Reqa de bûn, dema ku Tirkan li Efrînê êrişî wan kir rojavayê pişta xwe da wan.
Lewma em baş dibînin ku Tirkiye hewl dide ku plana xwe pêş ve bibe. Em baş dibînin ku ji aliyê din ve Îsraîl dixwaze plana xwe pêş ve bibe û lewma rewşa lezgîn ew e ku were astengkirin ku Sûriye bibe cûreyek ji Balkanê ku her kes tiştê ku dikare bidize, her kes şerê xwe yê biçûk li dijî dijberên xwe dike.
Berjewendiya Sûriyeyê, berjewendiya Kurdan, pêşî vejandina dewletekê ye ku ew tê de bên temsîlkirin lê min digot ku civaka navneteweyî her tim xwedî standardeke dualî ye û di prensîbên xwe de her tim xwedî tirsonekiyeke mezin e.
Ya ku mirov li cem hinan şermezar dike li cem hinên din tê qebûlkirin. Êrişên Tirkiyeyê li derveyî axa xwe li dijî pêkhate yan piraniya Kurd li herêmên xwe, bi tevahî nayên qebûlkirin. Hûn baş dibînin ku Yekîtiya Ewropayê bêdeng dimîne ji ber ku Tirkiye di heman demê de hevalbendê NATOyê ye.
Rûdaw: Bi taybetî ji bo Fransayê dibêjim Fransa dostê Kurdan e. Fransa Ewropa ji bo ev êrişên li hemberî HSDyê dawî bibin çima helwesteke cidî wernagirin?
Thierry Mariani: Ji ber ku mixabin gelekan fêm kiriye ku Yekîtiya Ewropayê ne hêzeke siyasî an dîplomatîk e. Yekîtiya Ewropayê çi dike? Em dikarin biryaran bidin. Ha ji bo dayîna biryaran di Parlamentoya Ewropayê de, ez difikirim em hêjayî medalya zêrîn in.Em her meh li ser çar an pênc mijaran biryaran didin lê piştî wê, ti ceza nîne. Hûn baş dizanin ku Yekîtiya Ewropayê tî car cezayan li dijî Tirkiyê pêk nayîne. Pêşî ji ber ku ew endamê NATOyê ye û ku di nav Yekîtiya Ewropayê de, hûn rêzeke welatan dibînin ku bi tevahî li gorî siyaseta Amerîkayê û bi vî awayî siyaseta NATOyê tevdigerin.
Duyemîn, hûn jî dizanin ku mixabin, Erdogan bi koçberiyê şantajê li Yekîtiya Ewroayê dike. Yekîtiya Ewropayê çend milyaran dide da ku Tirkiye hatina koçberan a Ewropayê asteng bike û lewma, birêz Erdogan gelek baş fêm kiriye ku Yekîtiya Ewropayê her çend di gotinan de xurt be di kiryaran de qels e.
Lewma dibe ku şermezarkirinek bi daxuyaniyeke gelek xweşik hebe ku dibêje em xemgîn in û em daxwaza rawestandina şer li dijî Kurdan an komên din dikin ê hûn jî baş dizanin ku em dê tiştekî din nekin û Ewropa, di vî warî de, qelsiya xwe nîşan dide. Erdogan ev bi tevahî fêm kiriye.
Rûdaw: Birêz Thierry Mariani, gelo Amerîka û Ewropî dê piştgiriyê bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk?
Thierry Mariani: Ez nizanim. Ev pirsek e ku nehatiye rojevê. Ez difikirim ku ya divê were piştgirîkirin, bi taybetî pirrengî ye. Em her tim qala pirrengiya Lubnanê dikin lê di Sûriyê de jî pirrengî hebû, pirrengiyeke ku bi şerê navxweyî ketiye bin pirsê û bi hatina Tahrir el-Şamê ya ser kar hîn bêtir di bin gef û metirsiyê de ye. Ez dubare dikim, ev pirrengî yek ji pîvanên sereke yên siyaseta hikûmeta nû ya Sûriyeyê ne.Erê, divê Fransa û Ewropa piştgiriya vê pirrengiyê bikin lê ji ber vê yekê ye, bi dîtina min, divê mirov lez neke ji bo belavkirina alîkariyan ji hikûmeta Sûriyê re. Divê ceza bên rakirin da ku gelê Sûriyeyê dawiyê bigihîje bêtir tiştên ku ji derve tên lê ji dayîna alîkariyê ji bo avakirina dubare, dayîna alîkariyê ji bo artêşeke nû ya Sûriyeyê û hwd., ev ji min re bi tevahî ne realîst xuya dike.
Ji niha û pê ve em dê piştgiriya avakirina artêşeke nû ya ku ji cihadîstan pêk tê bikin?
Rûdaw: Ewropî û Fransa li Sûriyeyê piştgiriya wê yekê dikin ku herêmeke xweser, otonom an jî federal a Kurdan hebe?
Thierry Mariani: Fransa piştgiriya nûnertiya xweser a Kurdan dike. Piştî ku me got xweser, ev tişt hemû di nav dewletekê de tên gotûbêjkirin. Pir hêsan e ku mirov şîretan li dewleteke ku ne ya xwe ye bike.
Ez dubare dikim, ya ku em dixwazin ew e ku rêz li pirrengiya gelê Sûriyê bê girtin, çi Kurd bin çi jî endamên din ên vê pirrengiyê bin. Di hin herêman de ku bi rastî Kurd piranî ne, diyar e ku di nav dewleta Sûriyeyê de, ji me re guncaw xuya dike ku xweseriyeke rastîn di mijarên ne-dewletî de hebe, yanî di warê perwerdehî, tenduristî û her tiştê ku pêkhatina gelekî çêdike d, û bila rastbûn û taybetmendiya Kurdî bikare xwe nîşan bide, berdewam bike û hebûna xwe bidomîne.
Rûdaw: Birêz Mariani Tirkiye naxwaze statuyeke Kurdan li Sûriyeyê ava bibe. Îhtîmala wê yekê heye ku Tirkiye li dijî statuya Kurdan lobiyê jî li Ewropa û Amerîkayê pêk bîne. Di demeke wisa de dê helwesta Fransayê çi be?
Thierry Mariani: Ez bawer im ku berjewendiya Fransayê di piştgiriya gelê Kurd de heye, ez dubare dikim, bi xweseriyekê ku nasnameya wî diparêze. Piştî vê, ez careke din jî dubare dikim, ez ne ji wan kesan im ku geşbîn in.
Hûn jî baş dizanin wek min ku hikûmeta ku îro li Sûriyê ye ji wan hemû kesan pêk tê ku li Idlibê bûn, ji aliyê Tirkiyeyê ve dihatin parastin, ji aliyê Tirkiyeyê ve dihatin pirçekkirin û îro di navenda siyaseta Erdogan de ne. Ji ber vê yekê ez nizanim bandora Yekîtiya Ewropayê li ser vê hikûmeta nû çi ye lê ez dizanim ku bandoreke rastîn a Tirkiyeyê heye û ev dê bi rastî bibe têkoşînek ji bo ku pêkhateya Kurd bikare li cihê ku ew piranî ye bê temsîlkirin.
Eger Serokê nû yê Amerîkayê biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê Rojavayê Kurdistanê bide, gelo Ewropî û bi taybetî Fransa dikarin hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê biparêzin?
Thierry Mariani: Hebûna leşkerî ya Fransayê hîn çalak e lê helbet ji hebûna Amerîkayê pir siviktir e. Piştî vê ez difikirim ku hebûna Amerîkayê li vê herêmê dê bê parastin. Çima? Em zelal bin, ji ber ku ev herêm e ku lê petrol heye û ez difikirim ku di motîvasyonên birêz Trump de, wek ku ew bi xwe dibêje, drill, drill, drill, ev dikare Amerîkayê teşwîq bike ku hêzên xwe li vê herêmê bihêlin û dema ez dibêjim ev dikare teşwîq bike, ez heta difikirim ku ev dê bibe sedemê sereke ji bo ku hêzên Amerîkayê bimînin ku di dawiyê de ji bo gelê Kurd tiştekî baş e.
Rûdaw: Spas ji bo ku te bi dilekî vekirî bersiv da pirsên min.
Thierry Mariani: Spas. Bi xatirê we. Spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse