Hewlêr (Rûdaw) - Di korbendeke taybet bi rûbirûbûna Coronayê de derbarê Kurdan de şerê devkî di navbera wezîrekî berê yê Tirkiyê û parlamentereke Îsraîlî de çê bû.
Parlamentera Îsraîlî Şarîn Haskîl di wê korbendê de ragihand, hikûmeta welatî wê pabend e bi aştî û seqamgiriya navçeyê û got, pêngavên çend mehên borî jî rastiya gotinên wê diselmîne.
Elî Nueymî, endamê “Korbenda Pêşxistina Aştiyê li Civakên Misilman” ronahî xiste ser nêzîkbûna Îmarat û hinek welatên din ên Erebî li Îsraîlê û got, ev yek pirek e bo gihîştina bi aştiyê û “pêwîst e bala me li ser wê be ku bi hev re girê dide bo ku bê karîn pêşerojeke baştir bo me hemûyan bê dabînkirin.”
Di bersiva wan gotinan de, Akîf Çagatay, Wezîrê Berê yê Werziş û Ciwanan ê Tirkiyê, rexne li Îsraîl û Îmaratê girt û bi wê yekê tometbar kirin ku “astengiyan li ber serkeftina proseya aştî çê dikin.”
Ew wezîrê berê yê Tirkiyê behsa wê jî kir, veguhastina Balyozxaneya Amerîkayê ji Tel Avîvê bo Orşelîmê (Quds) bûye sedema zêdebûna tundûtûjî û dijminkariyê.
Parlamentera Îsraîlî Şarîn Haskîl jî bersiva wî wezîrê berê yê Tirkiyê da û got, “Pêwîstiya me bi wanedanê nîne derbarê veguhastina Balyozxaneya Amerîkayê de bo Orşelîmê, ew jî ji aliyê welatekî ku cînosayd dijî xelkê Ermenî encam daye.”
Şarîn Haskîl got, “Tirkiye nikare derbarl alîkariya mirovî de wane bide, piştî wê yekê ku di çend mehên borî de Kurd û Ermenî bi awayekî hovane kuştin.”
Akîf Çagatay jî got, ew parlamenterê Îsraîlî bi “veşartina rastiyan” tometbar kir û diyar kir “ti belgeyek li ber destê wî nîne” û herwiha got, “Şerê me li gel PKKê ye ku rêxistineke terorîstî ye. Me 40 hezar kes di şerê li dijî PKKê de jidest dane. Artêşa ti welatekî din nîne ku niha li ser zevî rûbirûyê DAIŞê bibe, lê artêşa Tirkiyê şerê DAIŞê dike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse