Ji ber krîza avê dibe ku 7 milyon kes ji cihên xwe bibin

03-06-2018
RÛDAW
Nîşan Krîz Av Tirkiye Iraq Bendava Ilusu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bendava Ilisu ya ku Tirkiye li ser Çemê Dîcleyê ava dike, dibe ku ji bo Iraqê bibe sedema pirsgirêkên mezin.

 

Serokê Yekîneyên Cotkaran Heyder Asad hişyarî da ku heger krîza avê mezin bibe li naverast û başûrê Iraqê dibe ku 7 milyon kes jî cihên xwe koçber bibin.


Pêwistiya Iraqê salane bi 60 milyar metre sêcar av heye. Di dahatûyê de ev rêje dê derbikeve 76 milyar metre sêcar.


Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî jî ragihand ku bergiriyên Tirkiyê li Iraqê bûye sedemên pirsgirêkên cidî yên avê û ew bi metirsî rewşê dibînin.


Serokê Navenda Pêşxistina Enerjî û Avê li Iraqê Leyis Şibir jî da zanîn ku heger hikûmeta Iraqê tedbîrên pêwîst wernegire ava Çemê Dîcleyê dê derdora ji sedî 50 kêm bibe.


Îranê ava Zêyê Biçûk girtiye, bi wê sedemê projeya ava vexwarinê ya Qeladizê rawestiyaye û bandor hem li Herêma Kurdistanê dibe hem jî li Iraqê dibe. Her bi sedema wê biryara hikûmeta Îranê, bi hezaran masî jî li Zêya Biçûk jinav çûn.


Leyis Şibir herwiha got, gotûbêjên ligel Îranê têne kirin ji ber ku di çarçoveyek objektîf de birêve naçe, ti encam jê dernakeve.


Tirkiyê duh di çarçoveya ragirtina ava Bendava Ilisuyê de deriyê Tunela Derivasyon -1ê girt.


Wezîrê Karên Daristan û Avê yê Tirkiyê Veysel Eroglu duh ragjhand ku Bendava Ilisuyê beşekê Projeya Rojhilata Başûrê Anadoluyê (GAP) ye û wiha pê de çû: “Ev proje ji bo welatê me gelek girîng e û projeyeke vîzyona welatê me ye. Lêçûna Bendava Ilisuyê û HESê dê derdora 8.5 milyar lîre be. Tirkiye tenê ji elektirîka wê dê salane 1.5 milyar lire qezenc bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst